Komîteya Wezîran a Ewrûpayê xwest ku Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş were berdan û heta 30’ê Îlonê mohlet da hikûmeta Tirk.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê kontrol kir, bê ka biryara li ser berdana Selahettin Demirtaş a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) bi cih hatiye anîn yan na, têkilî Demirtaş û Kavala biryara xwe da.
Komîteya Wezîran a KE’yê xwest Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş were berdan û biryara mehkûmbûnê were xirakirin.
Komîteyê ragihand ku cezayê 4 sal û 8 mehan a bi îdîaya propangandayê bi wê armancê bûye ku ,’’li girtîgehê bihêlin û nehêlin tevlî hilbijartinan bibe.’’
Komîteyê heta 30´ê Îlonê mohlet da Tirkiyeyê da ku biriyara DMME´yê bi cih bîne.
Komîteyê li ser biryara Daîreya Mezin a DMME’yê beriya niha jî heta 22’yê Hezîranê mohlet dabû hikûmeta Tirk.
Komîteyê têkilî Osman Kavala jî xwest ku were berdan.
BRUKSEL