Ewlekarî li Şengalê gelekî baş e

Pêncşem 23 Sibat 2023 - 00:11

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ/ROJNEWS/ŞENGAL

 

Berpirsê Ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK) a Mûsilê Xeyat Surçî derbarê vegera penaberên di wargehan de ji Rojnews re axivî. Surçî diyar kir ku heta niha gelek malbatên Şengalê ên di wargehan de vegeriyane Şengalê.

Li ser sedema venegeriyana penaberên di wargehan de jî Surçî dibêje; “Ji ber hebûna baregehên dewleta Tirk, pîlanên Tirkiye yên li ser Musilê û êrişên dewleta Tirk, xelk venagere. Tevî xelkê Şengalê rû bi rûyê komkujiyeke mezin û koçberiyê bûye, gef û êrişên dewleta Tirk li ser Şengalê dewam dikin.”

 

Iraqê û PDK’ê peyman îmze kirin

Xeyat Surçî li ser peymana 9’ê Cotmehê ya dijî Şengalê jî got; “Nebûna qeymeqamekî ji xelkê Şengalê, dibe sedem ku gelek projeyên avakirinê yên li Şengalê bi rê ve neçin. Hikûmeta Iraq û PDK’ê li ser Şengalê peymanek îmze kirine, lê ji ber ku xelkê Şengalê di nava peymanê de nîne, ti gava peymanê nehatiye avêtin.”

Di dawiyê de jî Xeyat Surçî behsa rewşa ewlekariyê ya li Şengalê kir; “Di warê ewlekariyê de rewşa Şengalê gelek baş e û pirsgirêkeke ewlekariyê li Şengalê tineye. Ji bo xelk li malên xwe vegerin, em weke YNK hem li Bexdayê û hem jî li Herêma Kurdistanê di nava hewldanan de ne.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.