Ewladên bijarte yên gelê me

În 17 Mijdar 2023 - 00:25

HPG'ê 2 gerîlayên şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevrêyên me Bager û Azad bi mîsyon û berpirsyariyên xwe yên di rêxistinkirin û pratîkkirina Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî de cihê xwe di dilê gelê me de girtin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Eşkere bû ku di Mijdara 2019'an de li Mêrdînê di êrîşa dijmin de hevrêyên me Bager Andok û Azad Mûskan ên di nava karên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) de bûn, şehîd bûne. Hevrêyên me Bager û Azad ku bi karaktera xwe ya berxwedêr û biryardariya li ser têkoşînê milîtanên Apoyî yên mînak bûn, di rêxistinkirin û pratîkkirina Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî de cihê xwe di dilê gelê me girtin. Weke şopdarên Xebatkar, Çiyager û Zeryanan di nava karên YPS'ê de ji bo afirandina rastiya gel ê şerker kedeke mezin dan û di dîroka têkoşînê ya gelê me de cihê xwe yê bi rûmet girtin. Em hevrêyên xwe di salvegera şehadeta wan de careke din bi hurmet û minet bi bîr tînin û di serî de malbatên wan ên hêja ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Hevrêyê me Bager li bajarê me Êlihê jidayîk bû.  Sala 2011'an tevlî nava refên gerîla bû. Bi kesayetiya xwe ya ji dil û kelecanî moral da hevrêyên xwe, bi wan re bû yek, têkiliyeke xurt a hevrêtiyê danî û di demeke kurt de bû xwedî tecrûbe. Hevrêyê me Bager firsend dît ku hevrêyê me Şehîd Çiyager nas bike, bi wî re bixebite, ev hevrêtî ti carî ji bîr nekir û di şexsê hevrê Çiyager de dilsozê bîranîna têkoşînê ya şehîdan bû û li ser vê bingehê bi xurtî tevlî bû. Ji bo têkoşîna şehîdên me bi ser bixîne bê rawestan di her kêliyê de ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me xebitî. Da ser şopa fermandar Egîd û Çiyageran û bû nûnerekî xurt ê kevneşopiya berxwedanê. 

Hevrêyê me Azad li gundê Mûskan ê navçeya Çêrmûg a Amedê jidayîk bû. Di sala 2014'an de derbasî Kobanê bû û tevlî nava berxwedana dîrokî ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst bû. Hevrêyê me Azad li dijî çeteyên DAÎŞ'ê tevî hevrêyên xwe bi lehengî şer kir û piştî azadiya gelê me misoger kir, derbasî çiyayên Kurdistanê bû. Bi heyecan, coş û tevlîbûna xwe ya bi moral bi hevrêyên xwe re têkiliyên xurt danî û bû xwedî helwest û tevlîbûneke ku mîsyona pêşengtiyê esas digire. Taybetmendiya herî diyar a hevrêyê me di azadiyê de israra wî û lêgerîna wî ya bê dudilî ya heqîqetê bû."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Bager Andok (Hayrî Kaptan), li Êlihê jidayîk bûye, Mijdara 2019’an li Mêrdînê şehîd bû.

Azad Mûskan (Mûsa Polat), li Amedê jidayîk bûye, Mijdara 2019’an li Mêrdînê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.