Ewladên bi cesaret ên gelê Kurd
În 24 Çile 2025 - 03:20
- HPG'ê 4 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi hurmet û minet bi bîr anî û got: Em soza xwe nû dikin ku bi pêşengiya şehîdên xwe em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bi ser bixînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne eşkere kir. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya têkildarî şehîdan bi vî rengî ye:"Sala 2024’an li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê bû pêvajoyeke têkoşînê ya girîng. Di vê salê de hevrêyên me Cesur, Şahan, Hewrê û Berxwedan bi israra xwe ya li ser xeta têkoşînê ya Apoyî û bi fedekariyên xwe, pêşengî ji serketinên girîng re kirin û şehîd bûn.
Ewladê leheng û biwêrek ê Botanê, hevrêyê me Cesur li dijî dewleta Tirk ê ku gelek komkujî li ser gelê me pêk anîne, bû navê tolhildanê. Hevrêyê me çand û exlaqê qedîm ê eşîra xwe ya Goyî, bi felsefeya Rêber Apo re kir yek û di kesayeta xwe de pêşketinên girîng afirand.
Milîtanê biwêrek û hêja yê Qelqeliyê hevrê Şahan, girêdayî xeyalên xwe yên zarokatiyê ma û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me bû milîtanê nirxên ku ji aliyê gelê me, şehîdên me û Rêbertiya me ve hatine afirandin û bi sekna xwe ya di vî alî de bawerî da hemû hevrêyên xwe.
Hevrêyê me Hewrê dizanî ku ew di nava refên PKK’ê de dikare zanebûna xwe ya neteweyî bixe pratîkê û bi vî rengî tevlî nava refên berxwedanê bû. Yek bi yek gihişt armancên xwe û hem weke gerîlayekî azadiyê, hem jî bi sekna xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak.
Zarokê biwêrek û cesaret ê gelê me yê Efrînê hevrê Berxwedan di nava refên gerîla de bi hevrêtiya xwe ya xurt û jiyana xwe ya dilnizm derket pêş. Di vî warî de hevrêyê me Berxwedan ê ku bi fedekariya xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak, wê her tim ji têkoşîna me re pêşengiyê bike.
Erkên xwe bi serketî pêk anîn
Eşîra me ya Goyî ku mîna sala 2011’an li Roboskiyê, rû bi rûyê komkujiyên dermirovî maye û tevî vê yekê jî milîmek jî gav ji welatparêziya xwe paşde neavêt. Hevrêyê me Cesur di nava malbateke ji eşîreke ku bi welatparêzî û berxwedêriya xwe ji hemû gelê Kurdistanê re bûye mînak de, hate dinê. Di sala 2013’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me dizanî ku serkeftin encex bi terz û tempoya Rêbertî pêkan e û di vê wateyê de peywîr û berpirsyariyên ku hilgirtibû ser xwe, bi awayek bêkêmasî bicih anî.
Hevrê Şahan di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê û bi nirxên gelê me yê Qelqeliyê mezin bû.Di sala 2014'an de zanîngeh terikand û li qada Serhadê tevlî nav refên gerîla bû.
Hevrêyê me li hemberî dewleta Tirk a ku êrîşên xwe li ser gelê me zêdetir dikir, şerkirin ji xwe re dikir armanca sereke. Di vê warî de lêhûrbûnên xwe hîn kûrtir kir. Di gelek xebatên girîng û stratejîk de cih girt. Her xebatê ku berpirsyartiya wî girtibû ser xwe, bi fedakarî, hesasî û serkeftinekî teqez pêk anî.
Hevrêyê me Hewrê ku ew jî yek ji ewladên herî hêja yê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ye, di malbateke welatparêz de li bajarê ku şoreşa gel lê pêk tê, Kerecê jidayîk bû. Di sala 2017'an de berê xwe da nava refên gerîla. Hevrêyê me, bi sekna xwe ya milîtanî û tecrubeya xwe ya di taktîkên şerê gerîlatiyê yê serdema nû de bawerî da hevrêyên xwe, yekser berê xwe da xebatên pratîk. Hevrêyê me Hewrê, bi hevrêtiya xwe ya xurt, bi zelalbûna xwe ya xeta jiyana azad a Apoyî, bi israr û biryardariya xwe ya di fermandariyê de milîtanekî hêvîbexş bû.
Hevrêyê me Berxwedan, li Efrînê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Hevrêyê me dizanî ku dikare têkoşîna herî bibandor a li dijî dewleta Tirk li serê çiyayên Kurdistanê bimeşîne û li ser vê yekê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me bi coş û kelecan beşdarî gelek xebatên ku fedekariyeke mezin dixwazin, bû û bi vê tarzê tevlîbûnê ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêzê." Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:
Cesûr Roboskî (Ozgur Encu), li Şirnexê jidayîk bûye, sala 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Şahan Şahîn (Îsmaîl Dayi), li Wanê jidayîk bûye, sala 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Hewrê Bêkes (Ferdîn Salihî), li Kerecê jidayîk bûye, sala 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Berxwedan Serdem (Salih Muhammed), li Helebê jidayîk bûye, sala 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN