HPG’ê gerîlaya YJA Starê Jiyan Welat a li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama qezayekê de şehîd bû bi rêzdarî bibîr anî û got, "Em soz didin ku em ê layiqî jiyan û bîranînên watedar bin." Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî got:"Hevrêya me Jiyan Welat ku jina hêja ya gelê Amedê ye, milîtana leheng a PKK û PAJK'ê û şervana wêrek a YJA Starê ye, 8'ê Mijdara 2013'an dema diçû ser erka xwe di encama qezayekê de gihîşt şehadetê. Em hevrêya xwe Jiyan Welat a di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de bi hezkirina gel, welatparêzî û bi hezkirina jiyana azad mîna Zîlanan têkoşiya, di salvegera şehadeta wê de bi rêzdarî bibîr tînin û ji malbata wê ya hêja ya welatparêz û tevahiya gelê me yê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê bîranîna Jiyanan bi bilindkirina ala têkoşînê û birina ber bi serketinê ve tacîdar bikin."
Hevrêya me Jiyan li navçeya Farqîn a Amedê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Sala 2009 'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Jiyan bi sadebûn, dirûstî û dilpakiya xwe şopên kûr bi her hevrêyeke xwe re hişt. Bi samîmiyet û kenê xwe yê ji dil, ji hevrêyên xwe re çavkaniya moralê bû û di heman demê de kir ku her hevrêyek wê tevlîbûneke hîn xurttir raber bike. Hevrêya me Jiyan bi van taybetmendiyên xwe yên bedew, li her deverê bû mîlîtaneke mînak a YJA Starê. Bi sekna xwe ya jiyanê û şêwazê tevlîbûna xwe ya fedayî gihişt vê armancê. Hevrêya me 3’ê Mijdara 2013’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama qezayekî de şehîd bû. Şehadeta wê pir zû bû û ji bo me qebûlkirina şehadeta wê zehmet bû. Em soz didin ku bibin layiqê bîranîn û jiyana wê ya bi wate."
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me ya şehîd, bi vî rengî ye:
Jiyan Welat (Jiyan Şahîn), li Amedê jidayîk bûye, 8’ê Mijdara 2013’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN