Ew pisûleya têkoşîna me ne
Çarşem 23 Tîrmeh 2025 - 03:50
- HPG-NRÇ'ê gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi bîr anî û got:"Em ê van hevrêyên xwe yên hêja bikin çavkaniya manewiyatê ya dilê xwe, bikin pisûleya têkoşîna xwe û heta bi hetayê xwedî li bîranîna wan derkevin."
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) a têkildarî gerîlayên şehîd bi vî rengî ye:"Em hevrêyên xwe Munzur Mordem, Baran Cizîr, Zagros Pîro, Derwêş Kop û Hasan Viyan ên ku tevlî pêvajoya têkoşînê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bûn û sala 2017’an şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin. Her 5 hevrêyên me ji cihên cuda yên Kurdistanê berê xwe dan têkoşîna azadiyê û tevlî nava refên gerîla bûn. Ji bo parastina hebûna gelê me û azadiya wê, bi moraleke bilind, kelecan û biryardarî xwe fedayê doza azadiyê kirin. Li her qadê her wezîfeya xwe bi layiqî bi cih anîn. Weke pratîkvanên herî heqîqî yên tarzê jiyana komunalîst û sosyalîst, jiyan kirin. Hevrêyên me milîtanên Apoyî yên fedakarên pêvajoyên zehmet bûn. Bi dilsoziya kûr a bi gelê me, Rêbertî û şehîdên me yên leheng, bûn xwediyê serketinên herî bedew. Ev hevrêyên me xwe bi kedê ava kirin û nirx afirandin. Em soz didin ku van hevrêyên xwe yên hêja bikin çavkaniya manewiyata dilê xwe û rênîşana têkoşîna xwe û bîranînên wan timî zindî bikin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Bûn mînaka hevrêtiya APO’yî
Hevrêyê me Munzur li Elkê ya girêdayî Şirnexê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrêyê me di sala 2012’an de ku Şerê Gel ê Şoreşgerî li Kurdistanê encamên bi bandor afirand, ji xaka pîroz a Botanê tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrêyê me Munzur bi tempoyeke bilind têkoşiya û her kêlî bi lêhêrbûna ku darbeyê li dijmin bixe derbas kir û ev yek di pratîkê de nîşan da. Heta kêliya gihiştî şehadetê jî, li ser xeta milîtaniya Apoyî meşiya.
Hevrêyê me Baran li Cizîra Botan, di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2014’an de li axa pîroz a Botanê, ku lê ji dayik bû û mezin bû, tevlî refên gerîla bû.
Hevrê Baran bi tevlîbûna li gelek çalakiyan re, bû nûnerê mînak ê kesayetiya milîtanî ya Apoyî û li ser xeta serketinê meşiya. Tevî şert û mercên dijwar ên pêvajoya şer jî, coş û kelecana xwe her tim bi hevrêyên xwe re parve dikir; bi wan re girêdanên xurt ava kir.
Hevrêyê me Zagros li nava malbateke welatparêz a ji Elcewaza Bedlîsê ku ji ber zor û zehmetiyên aborî neçar mane koçî Aydinê bikin, jidayîk bû. Di sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Weke milîtaneke gerîla ya Apoyî bi dîsîplîn û hesasiyeteke mezin nêzî wezîfeyên şoreşgerî bû, ku bi van taybetmendiyan bû hevrêyekî mînak. Tevî emrê xwe yê ciwan jî bi kesayetiya xwe ya gihîştî re hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Li hemberî her pirsgirêkê hêza çareseriyê ava kirin, weke wezîfeya xwe ya bingehîn dît.
Hevrêyê me Derwêş li navçeya Kopê ya Mûşê ku bajarê qedîm ê Serhedê ye, ji dayîk bû. Di sala 2014’an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû. Bi qasî kesayetiya xwe ya şervaniyê bi sekna xwe ya milîtanî ya di jiyanê de jî bû hevrêyekî me yê ku wê tim weke mînak were girtin. Hevrêyê me Derwêş xwediyê hişmendiyeke pêşketî, bêyî ferq û cudahiyê pêkanîna hemû erkên xwe ya bi awayekî serkeftî esas digire û ji bo vê yekê bê navber hewl da. Hevrêyê me, bi felsefeya Rêber Apo di kesayetiya xwe de guherînên xurt pêk tîne û bû xwediyê tevlîbûneke bêdudilî.
Hevrêyê me Hasan, li navçeya Hezex a berxwedêr û welatparêz, jidayîk bû. Di sala 2015’an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû. Bi tevlîbûna xwe ya bimoral, karekterê xwe yê bikelecan û bi dilê xwe yê bi hezkirina hevrêtiyê tije, ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin. Hevrêyê me Hasan eleqeyeke mezin nîşanî felsefeya Rêber Apo da, bi felsefeya Rêber Apo xwe ji nû ve afirand. Hevrêyê me ji bo hemû erkên partiya me PKK’ê danîn pêşiya wî bi awayekî serkeftî bi cih bîne kedeke mezin nîşan da." Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:
Munzur Mordem (Kadrî Olaş), li Şirnexê jidayîk bûye, 5’ê Hezîrana 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Baran Cizîr (Haci Ertene), li Şirnexê jidayîk bûye, 4’ê Tebaxa 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Zagros Pîro (Ûgûr Balikçi), li Aydinê jidayîk bûye, 5’ê Hezîrana 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Derwêş Kop (Cîhan Îmrak), li Mûşê jidayîk bûye, 4’ê Tebaxa 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Hasan Viyan (Abbas Kerîm Vesek), li Şirnexê jidayîk bûye, 14’ê Kanûna 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN