Hevalên xebatê yên Şehîd Helmet, behsa kesayetî, têkoşîn û rêya wî ya pîroz dikin, wî weke manifesto û pêşengê Başûrê Kurdistanên dibînin û wiha dibêjin;“Ji bo azadiya jinan û parastina jîngehê, avakirina yekîtiya neteweyî gelek têkoşiya û piştgiriyek xurt dida têkoşîna azadiya jinê.”
Xwendevanên Heval Diyar in
Şeyma Ednan dibêje Şehîd Helmet her tim dixwest hemû prensîbên fikir û felsefeya Rêber Apo di kesayeta xwe de bicih bike û got;“Di wê çarçoveyê de ji bo azadiya jinê, parastina jîngehê û avakirina yekîtiya netewî hewildanên gelek mezin kirin. Li Başûrê Kurdistanê bi awayek eşkere cihê hevalê Helmet diyare. Ew jinên Başûrî ku di nava têkoşîna azadiyê de ne, em dikarin bêjîn hemû xwendevanên hevalê Diyar û felsefeya Rêber Apo ne. Weke Rêber Apo dibêje ‘şoreşa Başûr şoreşa jinê ye’, lewra hevalê Helmet ev gotina Rêbertî di kesayeta xwe de bicih kiribû. Ji bo wê jî hevrê Helmet her tim piştgirî dida jinan û têkoşîna wan a ji bo azadiyê.”
Ji bo Başûr manîfestoyek bû
Hawrê Cebar jî têkildarî girîngiya kesayet, rol û şoreşgeriya wî de got;“Şehîd Diyar Xerîb (Helmet) ji bo Başûrê Kurdistanê bîrmend û manîfestoyek bû. Kesayetek pêşeng, şoreşger, rewşenbîr û dîrokzan bû. Dîrokek nû ya Kurdistanê di du bergan de jinûve nivîsand, di pêşvebirina xeta neteweyî û afirandina kesayetek azad de roleke bibandor dît û ji bo vê armanca xwe ya azadiyê canê xwe feda kir.”
Hawrê Cebar di dewamê de bal bire ser hewlên Şehîd Helmet yên ji bo yekîtiya netewî û got;“Weke erkek yê şoreşgerî, ji bo avakirina yekîtiya netewî û pêşîlêgirtina xeta xiyanetê, wî her tim bang li aliyên siyasî û gelê Kurd dikir. Lewra têkoşîn û xebatên wî pir bi qîmet, girîng, bi bandor û diyar bûn.”
ROJNEWS/GERMIYAN