Ew nûnerê yekîtiya Kurd bû
Duşem 26 Hezîran 2023 - 14:38
- PKK: Ji ser şehadeta hevrê Helmet çar sal derbas bû. Di vî çar salî de me weke Tevger û gel, hewl da li ser şopa heval Helmet bimeşin û armanca wî bi ser bixînin. Me derbên giran li faşîsma AKP û MHP’ê da û tola hevrê Helmet girt.
Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera şehadeta wî Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) ê ku di 26’ê Hezîrana 2019’an de di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li Qendîlê şehîd bûbû bi bîr anî.
Di daxuyaniya PKK’ê de ev tişt hate diyarkirin;
“Di êrîşa hewayî ya dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê de di 26’ê Hezîrana 2019’an de li Qendîlê Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê hevrê Diyar Xerîb (Helmet) şehîd bûbû. Di salvegera çaremîn a şehadeta wî de em lehengê mêrxas ê gelê me yê Başûrê Kurdistanê û milîtanê hêja yê partiya me hevrê Helmet, bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînin. Em soza xwe ya ku em ê bigihêjin armanca wî û bîranîna wî zindî bihêlin jî nû dikin.”
Li ser xeta Rêbertî û şehîdan bû
PKK’ê di dewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hevrê Helmet welatparêz û şoreşgerekî mezin ê ji nav gelê me yê Başûrê Kurdistanê rabûye û wiha got;’’Di salên xwe yên ciwantiyê de li hemberî îxaneta ku wekî dûvika pergala qirker û mêtinger e helwesta xwe nîşan dabû û tevlî nav PKK’ê bûbû. Ew çûbû ba Rêber Apo û ji Rêber Apo perwerde dîtibû. Li Başûrê Kurdistanê bû nûnerê yekîtiya netewî ya Kurd û niştimanperweriya Kurd. Li dijî hemû êrîşên rejîma Seddam û faşîzma Tirk, wî azadî û demokrasiya Başûrê Kurdistanê û ji bo yekîtiya netewî ya Kurd têkoşiya. Ji ber vê yekê ew bû hedefa mêtingerî û xiyanetkaran. Hevrê Helmet di her cure xebatan de, bi taybetî di nav xebatên gerîlatiyê de cih girt, di hemû astan de erk û berpirsyarî girt. Dema şehîd bû endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê û endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê bû. Her tim li ser xeta Rêbertî û şehîdan meşiya. Bi taybetî jî ji bo lêkolîn û eşkerekirina dîroka Kurdan kedeke mezin da û girîngiyek mezin da perwerdekirina ciwanên Kurd. Şop û afirandinên keda wî hê jî li ser têkoşîna me dijî.
Xiyanet û dewletê ew qetilkirin
Qirkerên faşîst ên AKP û MHP’ê û xayînên Kurd bi hev re, hevrê Helmet qetil kirin. Bi vî awayî Tayyîp Erdogan û rêveberiya Devlet Bahçelî hewl dan tola têkçûna hilbijartinên herêmî hilînin. Ji bo li dijî êrîşên dagirker gel û ciwanên Başûrê Kurdistanê ranebin ser xwe, xwestin pêşengtiya berxwedanê tine bikin. Îxanetê hevrê Helmet qetil kir û nehişt ku li Başûrê Kurdistanê alternatîfa demokrasiya azadîxwaz geş bibe.
Em ê xurttir têbikoşin
Em niha dikevin sala 5’an a vê qetlîama nemerdane. Pir eşkere ye ku; Weke tevger û gel em ê xeta hevrê Helmet pir baş fêm bikin û di vê xetê de em ê bi hêztir erk û berpirsyariyên xwe pêk bînin. Bê şik hêzên faşîst-qirker û xiyaneta hevkar wê hê zêdetir êrîş bikin û zêdetir hewl bidin ku Başûre Kurdistanê dagir bikin. Em jî di xeta hevrê Helmet û di pêşengtiya gerîla de li dijî van hemû êrîşên hovane li ber xwe didin û di sala 5’an de em ê bi hêztir û bi bandortir li ber xwe bidin. Ji bo bîranîna hevrê Helmet em ê xaka Başûrê Kurdistanê li ber xiyaneta hevkar faşîst û qirker bikin goristan.
Ew ê hesab bê pirsîn
Hevrê Helmet yek ji şehîdên fedaî yên meha me ya fedaî ya Hezîranê ye. Ji bo Roja me ya Fedaîbûnê ya 30 Hezîranê hindik maye. Bi vê minasebetê em hemû şehîdên xwe yên meha Hezîranê di şexsê fedaiyê fedaiyan hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) de bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û soza pêkanîna armancên wan nû dikin. Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û dostên demokrat di serî de jin û ciwanan dikin ku di xeta hevrê Zîlan û Helmet de bi xurtî fedaîbûn esas bigirin û ji pergala faşîst-qirker û îxaneta hevpar hê xurttir hesab bipirsin!”
BEHDÎNAN