• Dema ber bi şehadetê ve diçûn bi 'amûra qeydkirinê' peyamek dan û ji cîhanê re careke din gotin, vîna Apoyî ti carî têk naçe. Ew vîna ji pola, dilê her kesê lê guhdarî dike, dilerizîne. 

Xebat Kop, bi navê sivîl Yûnûs Kardagi yê ji Mûşê ye, di nava malbateke welatparêz de mezin bûye. Zana Rojda  bi navê sivîl Ramazan Guçlu li Silopiya di nava derdoreke welatparêz de mezin bûye û sala 2014’an li seranserê Kurdistanê dest bi jiyana şoreşgeriyê dike. Her du jî fedaî ne; herd u gerîla bi salan li nava PKK’ê her tim nîşaneya fedaîbûnê bûn.

Di 4 ta 7´ê Îlona 2022´yan de şehîd Xebat û şehîd Zana, li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker, berxwedaneke mezin birin serî. Di dawiyê de ew tevlî nav refên şehîdên nemir ên Kurdistanê bûn.

Em ê dijmin bifetisînin

Di kêliyên berxwedanê de şehîd Xebat amûra qeydê vedike û pê li qeydkirinê dike ku peyama xwe ya dawî bidin. Di wê kêliya destpêkê de dengê Xebat Kop tê. Dibêje, "Em ê dijmin li vir bifetisînin." Piştre, Zana bi gotina;"Heval silav û rêz", dest bi peyama xwe dike û dibêje, “Şevê din saet: 9:20, em li gundê Serê Kaniyê yê herêma Omerya em û dijmin ketin nava şerekî. Ev demek e, dijmin li herêmê dest bi operasyonên lêgerînê kiribû. Em jî di mewziyên xwe yên şer de ne. Niha em bi dijmin re şer dikin. Em şer dikin û li ber xwe didin.” Di wê navberê de dengê Xebat bilind dibe û wekî Kemal û Xeyriyan, wekî Mazlûman, dibêje; "Berxwedan jiyan e." 

Heta guleya dawî şer dikin

Zana di dewamê de dibêje, “Heger rojekê dengê me bigihêje hevalan, heval bila zanibin, em di nava berxwedanê de ne. Em ê heta fîşeka xwe ya dawî şer bikin. Em ji hemû hevalan hez dikin. Baweriya me bi partiya me heye. Yên beriya me jî çûn, bi bîr û bawerî bûn. Em serketî û bextewar in ku; Ew însanên beriya me bi bîr û bawerî ji me re pêşengî kirin û me her tim rêya wan ji xwe re esas girt, ji vir û şûn ve jî em ê bikevin şûna wan. Em ê heta fîşeka xwe ya dawî şer bikin.

Bombe bi teslîmiyetê de teqandin

Pirranî materyalên rêxistinê û amûrên di destê xwe de, me şewitandin. Heger em karibin derfetê ava bikin, em ê derkevin, lê derfet nebe jî em ê nehêlin ku dijmin bi girtina me kêfxweş bibe. Niha dijmin li ber derî bangawaziya teslîmbûnê dike. Lê dema dijmin ew bangawazî kir, me weke bersiv bombe avêtin dijmin û ew reviyan. Biryardariya me heta dawiyê şer e û em ê teqez li ser hîmê berxwedanê bersiva dijmin bidin. Dibe ku em li vir şehîd bin. Lê em heta dawiyê bawer dikin, partî wê bi ser bikeve, wê ti caran nekeve. Em xwe rexne dikin li hember tevahiya hevalan, Serokatiya xwe û gelê xwe.” Û Zana gotinên xwe bi dirûşmeya;"Bijî Serok Apo" bi dawî dike. 

Em teslîmiyetê qebûl nakin

Piştî Zana ji bo peyama xwe bide Xebat dest bi axaftinê dike û dibêje, “Ev demek e dirêj bû, me di nava PKK’ê de cihê xwe girtibû. Em bi kêfxweşî û xwestekeke pirr mezin tevlî vê partiyê bûn. Her roj kêmasiyên me derketin, şaşitiyên me derketin, lawaziyên me derketin. Lê partiya me, partiyeke wisa ye ku dikare insanan bi her şeklî, di nava xwe de vehewîne. Em di vê jiyanê de kêm man. Me nekarî em bibin bersiva hevalên şehîd, heger em kêm nemabana, dijmin wisa nedikarî bi rehetî were axa Kurdistanê dagir bike û banga teslîmîyetê li gerîlayên Kurdistanê bike. Ev ji bo me bi xwe dilêşiyeke pirr mezin e. Em vê qebûl nakin. Heta kêliya dawiyê em ê li ber xwe bidin û şer bikin. Şehadet bila weke Zîlanan, weke Mazlûman, weke Kemalan be. Rêya me rêya wan e û em ji wê rêyê venagerin."

Ka çend guleyan bavêje
Di wan kêliyan de Xebat wekî fermandarê xwînsar ji Zana re dibêje, “Zana dijmin hat, çend fîşekan biavêje.” Di van kêliyan de şerekî giran dest pê dike û Zana bersiva pêwist dide dewleta dagirker. Xebat dewam dike û dibêje, “Ji bo wî (Zana li vir mekanîzmaya çeka xwe dikişîne)… di vê mijarê de (Xebat li vir dîsa şer koordîne dike û ji Zana re dibêje, baldar be, dibe bombe biavêjin)… bila heval ti metirsiyê nebînin (Dîsa dengê Zana tê û hem bi dengê xwe, hem jî bi dengê çeka xwe bersivê dide dijmin)

Ev rêya şeref û namûsê ye

Di van kêliyan de Xebat peyama xwe wisa dewam dike, “Ez cardin ji bo hemû hevalan serketinê dixwazim. Soza me daye hemû şehîdan, em dewrî we dikin, ev rêya şerefê ye, rêya namûsê ye. Divê ti kes di vê rêyê de gavî paş ve neavêje. Em dizanin heval, di pêvajoyeke wisa de, şehadeteke wisa wê bi we pirr giran bê. Lê bes vê zanibin, çi dibe bila bibe, em bi we bawer in, em bi rêxistina xwe bawer in, em şehîd jî bikevin, em ê di vê rêyê de careke din ez bawer dikim, em ê hev bibînin." 

Jin jiyan e, azadî ye

Xebat peyama xwe bi van gotinên dîrokî bi dawî dike, “Cardin hemû hezkirin û bêrîkirinên xwe ji hemû hevalên jin re û ji hemû hevalên gerîla re rê dikim. Di mijara têkoşîna zayendî de jî di nava jiyanê de bi hevalan re gelek caran nîqaşên me çêbûn. Ev rastiyeke ‘jin jiyan e, jin azadî ye’. Em di wê bîreweriyê de ne. Em bawer dikin herkes wê di vî warî bîrewer bibe. Li ser vê hêmanê ez ji hemû hevalan re, ji Serokatiyê re, ji hevalên rêveberiya partiya me re, silavê xwe rê dikim. Wê berxwedana PKK'ê her tim di asta herî jor de be û em jî weke mîlîtanên vê rêxistinê em ê jî her tim li ber xwe bidin, şer bikin û em ê hewl bidin vê alê bilind bikin.” Wekî her mîlîtanekî Apoyî gotina dawî ya Xebat jî; "Bijî Serok Apo, Şehîd namirin!" bû.

NAVENDA NÛÇEYAN