Ew minafiq in divê teşhîr bin

Duşem 9 Îlon 2024 - 03:15

  • Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê Mîrxan Karker got: Hîzbûlkontrayên ku Kurd di bîrên asîtê de şewitandine, divê hîn zêdetir bên teşhîrkirin.

Dewleta Tirk di sala 1990’an de li dijî Tevgera Azadiya Kurd Hîzbûlkontra bi kar anî û di dema AKP’ê de jî weke ev hêz weke HUDA PAR ketiye meriyetê. Têkildarî vê yekê Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê Mîrxan Karker nirxandin kir.

Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê Mîrxan Karker bi bîr xist ku li Kurdistanê bi hezaran mirov ji aliyê Hîzbûlkontra ve hatine qetilkirin û destnîşan kir ku piştî Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan, dewletê fikirî ku wê Tevgera Azadiya Kurd tune bibe û Hîzbûlkontra betal kir lê belê piştre hemû kujer ji aliyê Erdogan ve hatin efûkirin.Nirxandinên Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê Mîrxan Karker bi vî rengî ne:"Xiyanet di nava civakekê de, weke penceşêrê ye. Çawa ku penceşêr hemû laş dorpêç dike û nexweş dike, xiyanet jî eger civak tedbîrê negire, wan xiyanetkaran deşîfre neke û nas neke di nava demeke kurt de wê belavî civakê bibe û civakê tune bike. Yek ji van ên di vê xiyanetê de bi kar tînin jî Hîzbûlkontra ye, sîxur-kontra Huseyîn Velîoglû ye. Huseyîn Velîoglû di navbera salên 1970-80’an de endamê Yekîtiya Millî Turk Talebe (MTTB) e. MTTB di sala 1946’an de ji aliyê MÎT a wê demê Teşkîlat-i Mahsusa ve hate avakirin. Di sala 1925’an de dema serhildana Şêx Seîd destpê kir, wê plana Şark Islahat bixin dewrê. MTTB jî wê demê kete nava liv û tevgerê. Li dijî Şêx Seîd û Kurdan dest bi komkujiyê kirin. Di sala 1980’an de endamê wan Huseyîn Velîoglû ji bo Kurdistanê tê erkdarkirin. Destpêkê dixwazin wî li Êlihê bikin serokê sendîkaya Petrol-Îş’ê. Dema di hilbijartinê de Velîoglû bi bin dikeve, dibînin ku di nava civakê de hêza wan qels e û nayên naskirin. Di sala 1990’an de tevgera me li nava civakê belav bû û serhildan destpê kirin. Jixwe di sala 1980’an de cerdevan xistibûn dewrê. Di sala 1990’an de jî koma Hîzbûlkontra ya Huseyîn Velîoglû xistibûn dewrê. Li kolanan sivîl û welatparêz qetil kirin, rojnamevan, xwendekar û siyasetmedar qetil kirin. Li Kurdistanê komkujiyên mezin kirin.

Soylû erka wan îtîraf kir

Dema ku JÎTEM’ê xwest ku li dijî tevgerê cemaetên din jî bigirin gel xwe. Wê demê lîderên cemaetên ku ev yek qebûl nekirine, kuştin. Fîdan Gungor avêtin agir û şewitandin. Molla Mansur Guzelsoy, Molla Ubeydullah Dalar li mizgeftê bi hovane hate qetilkirin. Alimê Kurd Îzettîn Yildirim revandin û bi girêka berazê qetil kirin, femînîst-nivîskar Konca Kuriş qetil kirin. Rêxistineke ewqas bêexlaq e ku mirovên qetil dikirin li bin malan diveşartin. Û di wan malan de jiyana xwe didomandin. Carna dibêjin me li dijî PKK’ê şer kir, lê derew dikin. Hatin li çiyayan şer kirin na, li bajaran sivîl, welatparêz û rojnamevan bi dasan qetil kirin. Di îtîrafên Arîf Dogan de hate zanîn ku mirov çawa bi girêka berazan dihatin kuştin. Piştî komploya navneteweyî, dewletê fikirî ku wê tevger tune bibe û biryar dan ku Hîzbûlkontrayê jî biqedînin. Lîderê sîxur-provokator Huseyîn Velîoglû li Stenbolê kuştin. 3 kes bûn, Huseyîn Velîoglû, Cemal Tutar û Edîp Gumuş. Lê belê tiştekî gelek eceb qewimîbû, 50 gule li bedena Huseyîn Velîoglû ketibûn lê guleyek jî li kesên li gel wî neketibû. Arîf Dogan gotibû, ‘Bi îhtimaleke mezin li ciheke din kuştin û anîn vir’. Piştî pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an destpê kir, ji ber ku kontrayên dewletê hatin deşîfrekirin vê carê bi yên deşîfre nebûne ku jê re digotin baskê wan ê siyasî re, Mustazaf-Der ava kirin. Di nava Kurdan de alîkarî belav dikirin. Bi vî rengî dixwestin kujerên ku mirov bi girêka berazan qetil kirine, bi civakê bidin jibîrkirin. Lê belê piştî demekê ev yek jî ji bo dewletê bes nebû, lewma kujerên berê Edîp Gumuş û Cemal Tutar ku di sala 2011’an de bi sedan mirov qetil kirin, ji aliyê hikûmeta Erdogan ve hatin efûkirin. Dema ku di nava civakê de tevgera siyasî ya Kurd xurt bû, dewletê wezîfeyek nû da Hîzbûlkontrayê. Navê partiyan jî ecêb e, HUDA-PAR. Sankî pêdiviya Xwedê bi partiyê heye, lewma partiyeke wiha ava kirin! Di tifaqa Ergenekon a ku di hilbijartinên sala 2023’yan de hate avakirin, van hîzbûlkontrayan jî di nav de cihê xwe girtin. Suleyman Soylu gotibû, ‘Hûn ê piştî 10 sal din vê stratejiyê fêm bikin’. Suleyman Soylu îtîraf kir ku çi wezîfe dayîne van kontrayan. Kêm jî bin, divê ev di nava civakê de bên teşhîrkirin.

Ti eleqeya wan bi Filîstînê tine ye

Kontra mesele Saîd Nursî bi kar tînin, Şêx Seîd bi kar tînin. Dîsa mewlîdê bi kar tînin. Dîsa Selahaddîn Eyyubî bi kar tînin, li Êlih, li Amedê tiştên mîzansen dikin, kesekê li hesp siwar dikin û di nîva kolanê de digerînin. Qaşo cil û bergên Selahaddîn Eyyubî lê dikin û digerînin. Selahaddîn Eyyubî li Êlihê li ser asfaltê negeriyaye, li Qudusê şer kiriye û mirovekî bi edalet e. Qaşo xwedî li Fîlîstînê derdikevin. Nikarin Fîlîstînê li ser nexşeyê jî nîşa bidin. Armanceke van a ji bo Fîlîstînê nîne, derewan dikin. Tevgerê rexne dikin lê belê tevgerê li Lubnanê bi gelê Fîlîstînê re şer kiriye û şehîd dane. Qaşo dibêjin em mal û milkê Îsraîlê nafiroşin, boykot dikin, lê biçin AVM’ên wan binêrin weke sembolîk Cola nafiroşin lê malên wan ên din difiroşin. Gelo ev malê wan ji Îranê tê, ji Erebistanê tê? Hemû jî ji Îsraîlê tê, ji Ewropa û Emerîkayê tê. Li aliyê din Yekîtiya Alim û Medreseyan ku ji aliyê van hatiye avakirin, kesên ne di nav wan de ye wek kafir û munafiq îlan dike. Munafiqên herî mezin jî ev in. Diçin li Amed û Êlih li ser Cafeyan de digirin û dibêjin hûn malê Îsraîlê difroşin. Di lingê wan de pêlavên Nike, Adîdas heye, dîsa cilê wan jî Adîdas e, ev hemû jî malê Ewropa û Emerîkayê ne. Di navbera pereyê kesê ku diçe Cafeyê xwarin dixwe û pereyê pêlavê van de ferqek pir mezin heye. Tiştê ku diparêzin û dijîn ji hev pir cuda ye. Di ol de navê vê mûnafiqtî ye.  

Dijminê jinan e

Komaleyê wan heye, partiyê wan heye. Mînak di nav van de yek rêvebirek jin nîne. Li gorî wan ev bêexlaqî ye. Exlaq giştî li ser jinê pênase dikin, mêr dike bila bike serbest in, lê jin ji civakê dûr xistin e. Peywir girtina jinê wek xerabûna civakê dibînin. Wek remz çend jin tînin, lê ne komale ne partî ne jî di bazara wan de jin nîne. Dijminê jinan in. Ji civakê, nirx û çanda civakê qutbûn e. Îxanetkar in, xayîn in, hevkar in. Demekê alîkarê Ergenekon û Jîtemê bûn, alîkarê AKP’ê bûn. Niha jî alîkarê AKP-MHP’ê ne. Pêwîste di nav civakê de hîn zêde bên teşhîrkirin. Wekî ku berê tiştek nekirine partiyek wek HUDA PAR avakirin e. Bi taybet jî pêwîste Meleyên me li ser vê mijarê bisekînin û vana deşîfre bikin. Îxanet ji ku tê bila were pêwîste ji aliyê civakê ve neyê pejirandin. Pêwîste civak vana negire nav xwe."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.