HPG'ê nasnameya gerîlayê li Metînayê şehîd bû eşkere kir û got:"Ji bo hêjayî meşa azadiyê ya hevrêyê xwe Egîd bibin ku li ser xeta fedaîtiyê meşiya, em soz didin ku têkoşîna xwe hîn mezin bikin." Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"Di daxuyaniya xwe ya 21'ê Mijdara 2023'an de me ragihandibû ku 20'ê Mijdarê li herêma Metînayê hêzên me bi taktîka gerîla ya koordîneyî avêtin ser dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê û di encamê de 12 dagirker hatin cezakirin. Hevrêyê me Egîd ê bi wêrekiya bilind û ruhê fedaîtiyê bi ser dagirkeran ve meşiya şehîd bû. Hevrêyê me Egîd ku milîtanekî Apoyî yê mînak bû, sekna fedaîtiyê ku nîşaneya jiyana gerîlatî û şoreşgeriyê ye bi serketina mezin a di vê çalakiyê de tacîdar kir û cihê xwe di nava têkoşîna me ya azadiyê de bi rengekî bi rûmet girt. Weke hevrêyên wî, ji bo hêjayî meşa azadiyê ya hevrêyê me Egîd bibin, em soz didin ku têkoşîna xwe hîn mezin bikin. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Egîd Kobanê em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Hevrêyê me Egîd ji malbateke ji eşîra Kêtikî ya welatparêz li Kobanê jidayîk bû. Sala 2014'an û pê ve tevlî nava karên ciwanan bû. Di sala 2018'an de karên xwe weke şoreşgerekî profesyonel dewam kir. Piştre berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Bi kesayetiya xwe ya têgihiştî, durust, tevlîbûna xwe ya fedakar û jiyana xwe ya dilnizm, pêkanîna Kurdistana azad ku armanca hevrêyên me yên şehîd bû, ji xwe re kir yek ji armancên mezin. Hevrêyê me Egîd ji bo vê jî ranewestiya, bi dînamîzma ciwantiyê tevlî gelek çalakiyan bû. 20'ê Mijdara 2023'an pêşengî ji wê çalakiya li Girê Ortê ya li Herêma Metînayê re kir ku li dijî leşkerên dijmin hate kirin û 12 dagirker hatin cezakirin. Hevrêyê me Egîd bi rêbaza fedaî bi ser dijmin ve çû û derbeke bi bandor li dijmin xist."
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Egîd Kobanê bi vî rengî ne:
Egîd Kobanê (Mahmûd Îbrahîm), li Kobanê jidayîk bûye, 20’ê Mijdara 2023’an li Metîna şehîd bû.
BEHDÎNAN