Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a 27ʼê Mijdarê li dijî tecrîda Îmraliyê dan destpêkirin bi koma pêncan ket roja 23’an. Dayika girtî Mehmet Yildirim ê ku di koma 3’yemîn a greva birçîbûnê de cih girt, Hazal Yildirim, diyar kir ku girtî wê di hundir de, ew ê jî li derve li ber xwe bidin.
Yek ji girtiyên ku ket greva birçîbûnê Mehmet Yildirim ê sala 2009’an hat girtin û 16 sal cezayê girtîhê lê hatiye birîn. Yildirim ê ku di 17 saliya xwe de hat girtin û niha li Girtîgeha Bafrayê ye, di 8 salan de 4 caran tevlî çalakiyên greva birçîbûnê bûye. Yildirim ê 11 sal in girtî ye, bi destpêkirina çalakiya 27’ê Mijdarê re, di nava koma 3’yemîn de cih girt.
Dayik Mehmet Yildirim, Hazal Yildirim a 55 salî, qala rewşa kurê xwe kir û bal kişand ser girîngiya çalakiya greva birçîbûnê. Yildirim, diyar kir ku di pêvajoyên grevên birçîbûnê yên beriya niha de, gelek caran çûye ber deriyê girtîgehan, her cara ku çûye jî ji aliyê polîsan tundî û heqaret lê kirine, lê ligel hemû zext û tundiyan jî berxwedana xwe domandiye.
Yildirim, xwest ku dewlet riyeke çareseriyê veke û got: “Çareserî bi pênûsê çêdibe, bi mirin û kuştinê çênabe. Em dixwazin li dora maseyê çareserî bibe û biçin cem Rêber Apo.”
Yildirim, anî ziman ku di hevdîtina dawî ya telefonê de kurê wê gotiye “Divê hemû gelê kurd piştevaniya çalakiya grevê bikin û hemû dayik rabin ser piyan.”
MA/AMED