Ew lehengên gelê me ne
Duşem 22 Gulan 2023 - 09:03
HPG'ê 2 gerîlayên şehîd bi bîr anî û got;"Em soz didin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd heta serketinê bênavber bidomînin û bîranînên wan li welatê xwe yê azad zindî bihêlin."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd ev daxuyanî da;
“Zarokên gelê me yên herî hêja, xwedî rûmet, leheng û fedekar, bi her cure fedekariyê û fedakirina jiyana xwe pêşengiya doza me ya azadiyê dikin. Hevrêyên me Rêzan û Azad ku di berxwedana 2022’an de cih girtin, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker, piştî ku bi cesareteke mezin bê teredut şer kirin, bi rola xwe ya dîrokî rabûn di êrişên dijmin de şehîd bûn.
Hevrêyên me Rêzan û Azad ku ji Erzirom û Tûzxurmatuyê tevlî nava refên PKK’ê bûn, bûn sembola hişmendiya xurt a welatparêzî, têkoşîna rizgariya neteweyî û lehengên rastîn ên gelê me. Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Hevrêyê me Rêzan li navçeya Qereyazî ya Erziromê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Di sala 2018’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Dema ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir, di berxwedana dîrokî de cih girt. Di 10’ê Kanûna 2022’yan de dema ku êrişên dijmin dijwar bûn, bi komek hevrêyên xwe re li dijî dijmin çalakiyek pêk anîn û di vê çalakiyê de, di cezakirina gelek dagirkeran de bi roleke girîng rabû. Bi kesayeta xwe ya zelal, dilnizm û kedkar kariye nûnertiya taybetmendiyên milîtanên Apoyî bike, di vê çalakiyê de heta nefesa xwe ya dawî bi awayeke fedaî şer kiriye û têkneçûyîna partiya me PKK’ê careke din di şexsê xwe de îsbat kiriye.
Hevrêyê me Azad li bajarê Tûzxûrmatûyê yê Başûrê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Dema ku hevrêyê me Azad di pêvajoya lêgerîn û lêpirsînê de hevrê Şukru Serhat nas kiriye ku kedkarê Partiya me PKK’ê ye û kadroyê bi dehan salan e. ji nêzîkatiyên wî yên mirovî bandor bûye. Bi tevlîbûna nava refên gerîla çavên xwe ji jiyanek nû re vedike. Di qadên berxwedanê de ku bi cesaret û biryardariyek mezin lê bi cih digirt, bi tevlîbûna xwe ya bi moral, xwestek û kelecan ji hevrêyên xwe re bûye çavkaniya hêz û moralê. Îdîaya pêşengiyê her roja ku derbas dibe hîn mezintir kir û bûye mîlîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Azad 16’ê Kanûna 2022’an di êrişa dijmin de şehîd bû. Bi kesayeta xwe ya xwezayî, sade û gihayî, bi tevlîbûna xwe ya bi wêrek û kedkar wê her tim di bîra hevrêyên xwe de be.”
Nasnameya şehîdan wiha ye;
Rêzan Dêrsim (Serdar Sumbul), li Erziromê ji dayik bû, 10’ê Kanûna 2022’an li Metîna şehîd bû.
Azad Xazî (Zîrek Luqman), li Tûzxurmatû ji dayik bû, 16’ê Kanûna 2022’yan li Zapê şehîd bû.
BEHDÎNAN