Ew hestî, yên Hakan Arslan in

Pêncşem 18 Mijdar 2021 - 23:24

  • Hat tespîtkirin ku hestiyên piştî 5 salan di dema kolana li Sûrê de hatibûn dîtin, yên Hakan Arslan in.

Hat tespîtkirin ku hestiyên piştî 5 salan di dema kolana li Sûrê de hatibûn dîtin, yên Hakan Arslan in. 

Cenazeyê ku piştî 5 salan ji navçeya Sûrê ya navendî ya Amedê li cihê şerê xwerêveberiyê yê salên 2015-2016’anhatibû derxistin, hat teşxîskirin. Tîmên ku di navbera Dêra Katolîk û Mizgefta Hasirli yên Taxa Hasirli ya navçeyê kolan, 7’ê Sibata 2021’ê hestiyên insanan dîtin. Hingê hatibû diyarkirin ku hestî muhtemel e ku yên Hakan Arslan bin; ew 22’ê Çileyê 2016’an şehîd bûbû û agahî hebûn ku ew li cem Mizgefta Hasirli hatibû veşartin.

Ji bo tespîtkirina nasnameya teqez li ser fermana Serdozgeriyê di serê Cotmehê de ji dayika Arslan,  Melîke Arslan ji bo testa DNA’yê xwîn hatibû girtin.

Di encama lêkolînê de hat tespîtkirin ku hestiyên hatine dîtin yên şehîd Hakan Arslan in. 

Piştî tespîtkirina nasnameyê, hat zanîn ku Serdozgeriya Komarê ji ber hebûna berkê fîşekê ya di serê Hakan Arslan de daxwaza otopsiyê kiriye. Piştî otopsiyê wê hestiyên Arslan radestî malbata wî bên kirin.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.