• Tesîra Hunerê li kolanan, behtir e ji yê li hol û salonan. Nexasim jî gava ew bi ruhekî azad li meydanên giştî pêk tên. Hunermendên hevçax ên li Emerîkayê jî bi vê armancê li meydanên giştî peyker, resm û înstalasyonan çêdikin. Ew bi vî awayî çand û dîroka xelkên xwecih a ku ji hêla serdestan ve hatiye tinekirin, bi bîr tînin.

Hunermendên hevçax ên xwecih, bi peyker, înstalasyon û resmên li ser dîwaran, rabihuriya xwe nadin jibîrikirin. Her wiha ew bi vî awayî dibin dengê civaka xwe jî û li mîrateya xelkê xwe xwedî derdikevin. Li Emerîkayê çend hunermendên hevçax ên xwecihî, bi berhemên xwe yên li meydan û parkan dibêjin, “Em hene û li vir in!”. Kesên li van xebatên wan dinihêrin bivênevê dîroka xwecihên Emerîkayê bi bîr tînin û li hember hebûna wan, bi rêzdarî tevdigerin. Jixwe, xebatên van hunermendên hevçax jî ji wan stereotîpên heyî yên di nav civakê de nînin û ji stereotîpên heyî wêdetir li meseleya xwecihan dikolin.

Hunermendên bi navê Nani Chacon, Andrea Wilbur-Sigo, Anna Tsoulharakis, Nora Naranjo-Morse û Jaque Fragua çend hunermendên xwecihên Emerîkayê ne ku li meydanên giştî peyker, înstalasyon û resmên wan hatine bicihkirin. 

Rêûresmên hunerî xelkê nêzî hev dikin

Hunermenda bi navê Nani Chacon a ku bêhtir bi resmên xwe yên li ser dîwaran tê nasîn, hunerê xwe ji bo balê bibe ser pirsgirêkên civakî bi kar tîne. Wê resmekî bi navê “You Can't Take It With You….” (Hûn nikarin wî bi xwe re bibin) yê ku ji 30 metre ye, çêkiriye. Ev resm li ser dîwarên “Navenda Hunerî ya Coe” ya li Santa Feyê hatiye çêkirin. Nani Chacon di bin tesîra hunerên resen ên xelkê xwe de maye û ji sêlikên Senecayê, ku weke sêlikên navdar ên xwecihên Emerîkayê tên zanîn, îlham girtiye. Nani Chacon dibêje; “Rêûresmên hunerî dikarin xelkê di nav zeman û mekanekî de bînin gel hev û wan bi hev ve girê bidin.”

Xwe ji mêhtingeriyê xelas bikin

Yek ji wan hunermendên hevçax ên ku li ser dîwaran xêz dike jî Jaque Fragua ye. Ew li New Mexicoyê mezin bûye. Bala wî bêhtir li ser grafîtiyê ye û nexasim xwecihên Emerîkayê xêz dike. Gava resmekî çêdike, bi îmajên rojane difikire û bi vî awayî balê dibe ser hin pirsgirêkan. Wî sala 2016’an, resmekî bi navê “This is Indian Land” (Evder welatê xwecihên Emerîkî ye) li ser dîwarekî xêz kir û bi vî resmê xwe di manşetên rojnameyên Emerîkayê de cih girt. Lê resmekî wî yê din jî heye ku ew jî bûye îkonek. Wî li taxa Skid Row a Los Angelesê li kuçeya “Indian Alley” (Kuçeya xwecihên Emerîkayê) e, nivîseke wiha nivîsand; “Decolonize and Chill.” (Xwe ji mêhtingeriyê xelas bikin û rehet bibin). Her wiha wî li gel van, nivîsên şervanekî li ser hespî jî resmand. Jague Fragua hunerê xwe ji bo ajîtasyonê bi kar tîne û dixwaze di hişê civakê de hişyarbûnekê ava bike. Ew bi vî awayî dixwaze çand û hunerê xwecihan jî biparêze.

Cihê ku jê hatime îfade dike

Hunermenda bi navê Andrea Wilbur-Sigo jî bi dar û materyalên darîn, peykeran çêdike. Ew endamekî kabîleya “Girava Squaxin” (Washington) e, lê niha navê girava ku bav û kalên wê li wir mezin bûbûn, guheriye û bûye Olympia! Andrea Wilbur-Sigo jî bi peykerên darîn ên ku her yek bi qasî 3 metreyan e, balê dibe ser rêûresmên xwecihên Emerîkayê. Xelkê her çend jê re gotibe, dartaşî ne karê jinan e jî, wê guh nedaye wan û piştî xebata 25 salan ew di vî karî de bûye hosteyeke di ser xwe re. Ew ji bo berhemên xwe yên ku li perava giravê hatine danîn, dibêje, “Ev peyker cihê ku ez jê hatime îfade dikin. Malbat û endamên kabîleya me pirr kêfxweş in ku ev peyker li peravên giravê hatine bicihkirin. Ew li benda vê rojê bûn.”

NAVENDA NÛÇEYAN