Ew ê zarokên me bikujin

Yekşem 5 Îlon 2021 - 23:37

  • Gulistan Hezera cîranê Mîhracê piçûk dibêje, “Zarokên me biçin ser rê dê di cih de bikujin. Heywanan dikujin, mirovan dikujin.  Karê wan ev e. Wiha îdara me nabe.”

3”yê Îlonê li taxa Turgut Ozal a navçeya Şirnexê Hezexê, maşîneke zirîpoş a dewleta Tirk pê li zarokê 7 salî Mîhraç Mîroglu kir û ew şehîd kir. Hevserokê HDP´ê Mithat Sancar bi telefonê sersaxî ji malbatê re xwest.

Dayika Mîhracê piçûk nekarî cenazeyê piçûkê xwe bibîne. Herçî xelkê taxê ye, dibêje, ji ber artêşa Tirk û maşînên wê yên zirîpoş ewlehiya canê kesî li taxê nemaye.   

Xelkê taxa zarokê 7 salî Mîhraç Mîroglu lê şehîd bû, ji Ajansa Mezopotamyayê re peyivîneew dibêjin: “Êdî ji ber panzêran, ewlehiya me û zarokên me tine ye.“
 

Her der kirin qereqol

Xelkê taxê dibêjin, ji bo ku wesayîtên zirxî bi lez derbas nebin ji Kolana Adîle Naşît û heta hemû kolanan tabelayên ‘Rawest e’ hatine  daliqandin. Şêniyên taxê anîn ziman ku maşînyên zirxî yên di tevahiya taxê re derbas dibin, bi lez û bez di kolanên taxê de digerin. Ev qereqola polîsan a li taxê jî li cihê Navenda Tenduristiyê ya ku sala 2016’an di dema berxwedana xwerêveberiyê de dewleta Tirk wêran kiribû, hatiye avakirin. Li taxê 500 mal hene û xelk ji bo dermankirina yan jî meseleyên sihetê divê biçe navenda tendûristiyê ya 5 kîlometriyan dûr.

Zeynep Şen a ji taxê, bi bîr dixe ku pirsgirêk ne nû ye û dibêje, “Polîs maşîneyên zirxî bi awayekî ne normal diajon. Zarokên me hene, ajalên me hene. Bila me aciz nekin. Dema ku di kolanê re derbas dibin, em bi xwe jî ji wan ditirsin. Dema ku derbas dibin, zarok ditirsin û direvin.”

Gulistan Hezer jî dibêje, “Dema ku me bihîst pê li zarokê kirine, em beziyan çûn cihê bûyerê. Ewlehiya me tine ye. Zarokên me biçin ser rê dê di cih de bikujin. Pisîka me li ser rê derbas bû kuştin. Heywanan dikujin, mirovan dikujin. Karê wan ev e. Êdî dibistan vebûn û wê zarokên me biçin dibistanê. Wiha îdara me nabe. Zarokên me dikevin ser cadeyê û heta êvaran dilîzîn. Divê ev pirsgirêk were çareserkirin.” 
 

Xelk newêre li ber dêrî rûnê

Welatiyeke din a ku naxwaze navê wê bê eşkerekirin jî ji MA´yê re gotiye, “Dema ku erebeyên zirxî derbas dibin em ji tirsan xwe diavêjin ber dîwaran. Em bi revê xwe bi kotekî ji wan xilas dikin. Em newêrîn li ber deriyê xwe rûnin.” 

We çend zarokên Kurdan wiha kuştin?

Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, ji Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû pirsî ka “çend polês û leşkeran bi maşînên zirxî bûne sedema mirina mirovan”.

Omer Farûk Gergerlîoglû, kuştina Mihraç Mîroglû bir rojeva meclisê. Gergerlîoglû, bi daxwaza ku wezîrê Tirk Suleyman Soylû bersivê bide, pêşnûmepirsek da serokatiya meclisê. Gergerlôglû, di pêşnûmerpirsê de ji Soylu pirsî ka çend polês û leşkerên Tirk bi maşîneyên zirxî bûne sedema mirina welatiyan.

Sancar sersaxî xwest 

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, telefonî malbata Mîhraç Mîroglû kir û ji malbatê re sersaxî xwest. Hevseroka HDP´ê Pervîn Bûldan jî mesele weke cniyateê bi nav kir û xwest berpirsyar bên dadgehkirin.

Mîthat Sancar, bi bavê Mîhraç, Salih û apê wî Mehmet re peyivî û ji wan re sersaxî xwest. Sancar ji malbatê re got, ew ê li cem malbatê bin û bûyerê bişopînin. Malbatê jî xwest bûyer bê ronîkirin û berpirsyar bên cezakirin. 

Gelo Mîhraç çi qasî êşiya?

Dayika Mîhraç Mîroglu yê 7 salî Nazîfe Mîroglu got: “Bila bi maşîneyên zirxî zû neçin. Zarokan neşikînin. Mafê wan nîne ku wiha bikin. Ew her carê dilê  me dişewitînin. Kî dizane niha canê kurê min çiqas şewitiye.”

ŞIRNEX 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.