Pêr balafirxaneya çandiniyê ya Erbet ya girêdayî Silêmaniyê ji aliyê balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ve hate bombebarankirin. Di êrişê de 3 endamên Dije Terora Herêma Kurdistanê şehîd bûn. Nasnameya endamên Dije Terorê hatin eşkerekirin. Piştî êrişê Dije Terorê ragihand ku wan derbarê êrişa terorî de lêkolîn û lêpirsîn destpê kiriye û hate gotin; “Êrişkar û sixûrên di vê êrişê de cih girtine wê bê ceza nemînin. Tola şehîdên me erkê me ye û em nahêlin xwîna wan vala biçe.”
Nasnameya kesên di êrişê de şehîd bûne wiha ne:
Hîwa Qadir Hisên ê xelkê bajarê Kerkûkê
Êvan Ednan Hisên ê xelkê Kerkûkê
Raber Enwer Mihemed ê xelkê bajarokê Mawet yaser bi Şarbajêr
Yên hincetan dibînin xayîn in
Seroka berê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Fayeq daxuyaniyek nivîskî belavkir ûgot:Herkes û aliyek bi çi armancê ji bo êrişa terorîstî ya li ser balafirxaneya Erbetê hincetekê bibîne, xayîn, xwefiroş û destê duyem yê dagirkerên Kurdistanê ye. Endamê Rêveberiya YNK’ê Aras Mihemed jî, êriş weke binpêkirina serweriya xak û qada hewayî ya Herêma Kurdistanê binav kir û got:’’Divê Hikûmeta Herêmê û Iraqê xwedî helwêst bin.’’
Sînorekê deynin
Endama Desteya Rêveber a Mekteb Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed jî ragihand ku derbaskirina serweriya xaka Iraqê, binpêkirineke berçav a peymanên navneteweyî ne û got:’’Bang li hikûmeta Iraqê, herêmê û civaka navneteweyî dikim, sînorekê ji êrişên hewayî yên welatên cîran re deynin. Bang li hêzên koalîsyonê dikim ku sîstemeke pêşketî ya dijî dronên ku qada me ya hewayî kirine cihê pêşbaziya hêzên nenas, peyda bikin.’’
Balafir a dewleta Tirk e
Berdevkê Artêşa Iraqê Yehya Resul derbarê êrişa li ser balafirxaneya Erbet, daxuyanyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin; “Pêr di saet 17:00’an de balafirek bê mirov, ji Tirkiyeyê hatiye nav xaka Iraqê û balafirxaneya çandinî ya Erbet a li Silêmaniyê bombebaran kir. Ev destdirêjî binpêkirina serwerî, asayîş û yekparçebûna xaka Iraqê û binpêkirina yasaya navnetewî, pîvan û destûra bingehîn ya Neteweyên Yekbûyî ye. Mafê Iraqê ye ku dawî li van binpêkirinan bîne.”
Divê Kurd li dijî êrişan bibin yek
Fermandarê Hêzên 70’ê Mustefa Çavreş ragihand ku êrişa li ser balafirxaneya çandiniyê ya Erbetê, wana ji xebatê sar nake û divê li dijî êrişan gelê Kurd yekîtiya xwe ava bike û got:’’Sedema hedefgirtina Dije Teror û pêşmerge, li dijî DAIŞ’ê xwedî rolek pîroz û sereke bûn.”
Cîgirê serokê demkî yê Herêma Kurdistanê, Cehfer Şêx Mistefa jî got:“Ji bo hemû aliyan zelale, armanca vê kiryara rûreş û tirsonek, têkdana aramiya Herêma Kurdistanê ye. Divê rê li dubarebûna êrişên terorîstî bigirin.”
Divê parlementor tavilê bicive
Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê Mihemed Şemerî jî êrişa terorîstî ya dewleta Tirk şeremzar kir û li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser serweriya Iraqê jî banga civîneke awarte li parlamentoya Iraqê kir. Serokê Eniya Hîkme Amir Hekîm got ku divê Hikumeta Iraqê parastina serwerî, ewlekarî û aramiya welat ji bo welatiyên xwe mîsoger bike.
Serokê Koma Esayîb Ehlî Heq, Qeys Xez Elî jî di daxuyaniya xwe de got; “Divê ji bo rê li van binpêkirinan werin girtin û dubare nebin, Hikumeta Iraq, hêzên siyasî bibin yek.”
Dewleta Tirk dagirker e
Serokê Hevpeymana Serkeftin Heyder Ebadî jî êriş şermezar kir û got:’’Tirkiye bi hincetên cuda êrişên xwe yên li dijî Iraqê didomîne. Divê Iraq jî danûstandina xwe ya ewlekarî, siyasî û aborî ya bi Tirkiyê re biguherîne. Tirkiye li Iraqê dewleteke dagirker e.’’
NAVENDA NÛÇEYAN