Ew ê nexweşî belav bibin

Sêşem 27 Sibat 2024 - 00:45

RAPERÎN BEKIR / NÛJINHA / ŞEHBA

Fona Alîkariya Zarokan ya Netewên Yekbûyî UNICEF di 15’ê Sibatê de biryar girt ku ava dişand ji hezar mirovên ku ji Kantona Efrînê bi darê zorê koçber bûne û xwe spartine qampên li Şehba  û gund û bajarokan qut bike. Xelkê Efrînê nerazîbûn nîşanî vê biryarê da. 

Hevseroka şaredariya gel ya Şehba Alif Muhammed bi bîrxist ku xelkê Efrînê ev 6 sale ji ber êrîş û polîtîkayên dorpêçê yên dewleta Tirk û hikumeta Şamê gelek zehmetiyan dibîne. Alif Muhammed da zanîn ku UNICEF di van demên dawî de alîkariya xwe ya ava vexwarinê ji gund û bajarokan kişandiye û got: “Ev polîtaka ji rêxistin û erk dûre. Divê UNICEF biryara xwe ji nûve bifikire. Ev rewşek der miroviye. Divê erkê xwe yê mirovî û exlaqî bicih bînin.”

Penabera kampa Serdemê Cîhan Yûsuf jî got:“Em li beramberî dorpêça hikumeta Şamê rabûn û em li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser lingan e. Ev biryara UNICEF’ê zêdekirina êşên me ye. Ger di biryara xwe de israr bikin wê li qampê nexweşiyên şewbê belav bibe.”

Ji kampa Berxwedan Hatîce Ahmed jî bang kir ku divê UNICEF tavilê biryara xwe paşde bikşîne û got:“Ev biryara ku hatî girtin ne li gora saziyeke navnetewî ye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.