Ew ê jî şah û mat bin

În 6 Îlon 2024 - 03:15

  • Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar destnîşan kir ku gerîla yekane hêz e ku pêşî li qirkirina gelê Kurd digire û got: Em bi tena serê xwe jî bimînin em ê li Kurdistanê cih nedin wan.

Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar tevlî Bernameya Taybet a televîzyona Medya Haberê bû û şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê nirxand û got:"Di 22'ê Nîsanê de Erdogan hat Iraqê. 26 peyman mohr kirin. Ji wê rojê ve hem xiyanet û hevkariya PDK'ê bêhtir şênber bû. Berê şer bi giranî li xeta Zapê, her wiha li Girê Amediyê, Girê Cûdî, Şehîd Yûnis, Şehîd Çekdar diqewimî. Her wiha şer li Eyaleta Rojavayê Zapê giran bûbû. Mîna gundên li Bakurê Kurdistanê vala kir, di sala 2024'an de jî, piştî 30 salan li Başûrê Kurdistanê hewl dide gundan vala bike. Gundên Asûriyan dişewitîne. Gundên Misilmanan dişewitîne. Em niha rewşê weke mêtingerî, dagirkerî û îlhaqê pênase dikin. Şerekî qirkirinê tê meşandin. Çekên kîmyewî gelekî bi kar tînin. Mînak berê yekser hêzên xwe dişand ser tunelan. Niha ji ber ku fêhm kiriye nikare tunelan têk bibe, çi dike? Ji deverên dûrî tunelan, li deverên ku hevalên me nîne, hêzên xwe datîne û li herêmê bi cih dibe. Dixwaze têkiliya navbera herêman bibire. Nîqaşên wê yekê hene ku dibêjin, piştî demekê PDK û Iraq jî wê tevlî vê hewldana dagirkeriyê bibin, wê xeta Goşînê kontrol bikin, temamiya Lolanê dagir bikin. Wê xeta Qendîl û Xinêre qut bike, xeta Garê ya bi Qendîlê re qut bike, her wiha xeta Garê, Metîna û Zapê qut bike. Gel gelekî kêfxweş bû ku gerîla li van çiyayan bûn. Xwe hîn bêhtir ewle didît. Lê belê piştî ku hêzên artêşa Tirk dest bi êrîşê kirin, gel ji neçarî tê koçberkirin. Bi taybetî xelkê me yê Başûr... Xelkê Amediyê, Bamernê, Şeladizê divê nerazîbûnê nîşan bidin. Mînak li nava xelkê Şeladizê çandeke gelekî xur a berxwedanê heye. Lê belê vê yekê venageruhîne çalakiyê, venaguherîne nerazîbûneke hîn xurt.

Me û PDK’ê tevlîhev nekin!

Ya rast dewleta Tirk di şer de xitimî ye. Bi taybetî li Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê xitimî. Li Iraqê ya ku berê silav nedida wê, niha ketiye rewşeke welê ku destê wan maçî bike. 

PDK ji xwe bi dilxwazî koletiyê dike. Li hemberî gerîla nikare bi ser bikeve. Rewşeke welê ye ku mîna pehlîwanê têkçûyî ji pêşbirkê têr nabe. Niha çi dikin? Ji Rojava, ji Sûriyeyê çete anîn Kurdistanê. Rêbazek nema ku neceribandin. Bila me û PDK'ê tevlîhev nekin. Bila neşibînin rêxistinên din. Em hêza temînata jiyana Rêbertî ne. Em hêza sereke ne ku ji astengkirina qirkirina gelê Kurd berpirsyar in. Bawerî û xurtbûna dilsoziya xwe ye, di armanca xwe de zelal e. Berê xwe li armanca xwe ye. Lewma ne bi tank û topan, ne bi keşfê, ne bi her rê û rêbazê, ne jî bi tifaqa xayinan nikarin bi gerîla gavê paşve bidin avêtin.

PDK Kurdistanê difiroşe

Ji bo PDK'ê jî divê ev yek bê gotin; kum ket, keçel xuya kir. Ji ber ku hîn jî hin hêz hene ku rastiya PDK'ê baş fêhm nekirine. Ji aliyê me ve rastiya PDK ji xwe ji berê ve tê zanîn. Ji ber ku li Kurdistanê du xet hene. Ya yekemîn xeta nokerî û xiyanetê ye, ya duyemîn jî xeta welatparêzî û şoreşgeriyê ye, xeta Apoyî ye. Ji xwe navê wan jî şaş e. Ji xwe re gotine Partiya Demokrasiyê ya Kurdsitanê. Lê belê ne eleqeya wan bi Kurdistanê heye, ne bi demokrasiyê heye ne jî bi partiyê re heye. Kurdistanî ne tenê axaftina bi Kurdî ye, ne tenê lixwekirina kincên Kurdî ye. Ji xwe dema ku diçin Enqereyê û hevdîtinê dikin bi Kurdî jî neaxivin, bi Îngilîzî diaxivin. Dibêjin ku êrîşên dagirkeriyê ne li ser Kurdistanê ne, tenê li dijî PKK'ê ne. Divê ji wan bê pirsîn; Gelo Alî Askerî PKK'yî bû? Saît Elçî PKK'yî bû? Doktor Şivan PKK'yî bû? Bi navê Kurdîtiya azad çi hebe, ew dijmin wan e. Çima PDK ewqasî dixwaze Iraq jî tevlî vê lihevkirinê bibe û bibe şirîkê van êrîşan? Ji ber ku eger Iraq tevlî van êrîşan bibe wê xiyaneta PDK'ê rewa bibe. Lewma hewl dide Iraqê bikişîne nav êrîşan." Şerda Mazlûm Gabar bal kişand ser lihevkirina Bexda û Hewlêrê û got:"Aliyên metirsîdar ên vê lihevkirinê hene. Divê her kes haya xwe ji cidiyeta vê metirsiyê hebe. Bi taybetî hêzên civakî yên li nava Iraqê hay ji vê hebe. Divê vê lihevkirinê qebûl nekin û li ber xwe bidin."

Başîqa ji bo Garê ye

Şerda Mazlûm Gabar derbarê berfirehiya armancên lihevkirina di navbera van aliyan de wiha axivî:’’Ev lihevkirin bi tenê PKK’ê re sînordar nîne. Bi tenê bi armanca polîtîkayên qirkirina gelê Kurd nîne. Êrişeke li hemberî gelê Ereb, rastiya Rojhilata Navîn û Îranê ye jî. Ew bi xeyalên Osmaniya nû jiyan dikin. Hebûna dewleta Tirk a li Başîqa tê wateya dagirkirina Iraqê. Me hinekî madeyên lihevkirinê lêkolîn kir. Armanc weke êrişa li dijî PKK’ê tê dîtin. Dixwazin ji Başîkayê herêma Garê bixin bin zextê. Nexwe ma li wir fermandarên ku perwerdeya leşkerên Iraqê pêk bînin tine ye? Ma ew ên li Iraqê bê aqil in? Pêdiviya wan bi aqilê Tirkan heye? Ev heqareteke li artêşa Iraqê.  

Derûniya binketinê jiyan dikin

Di civîna Şûraya Leşkerî ya di 1’ê Tebaxê de pêk hat, hemû fermandar hatin guhertin. Min berê jî gotibû, fermandarên tirk nikarin xwe li hemberî berxwedana gerîla rabigrin. Di dema operasyonên şoreşgerî ya zivistanê de gerîlayeke jin di çalakiyê de wiha gotibû:’’Emre Tayanç şah û mat!’’. Di rastiyê de di vê civîna YAŞ’ê de, Emre Tayanç mat bû. Tenê fermandarên li Herêmên Parastinê yên Medyayê na, li giştî Kurdistanê hatin guhertin. Li Kurdistanê 8-9 sal in şerekî dijwar diqewime. Ev fermandar têkçûn. Hertim leşkerên wan tên kuştin. Hertim bin dikevin. Vê yekê hişt ku di wan de derûniya binketinê pêk were. Ji ber wê jî weke ku bişînine betlaneyê, hemû şandine ber devê behrên li Stenbolê û Egeyû. Emre Tayanç çû, Rifat Donel hat, Metîn Tokel çû, li şûna wê Levent Ergun hat. Ferq nake, kê were bila were, dixwaze bila Yaşar Guler bi xwe were, li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê, pênc quruş qîmeta xwe nîne. Ew mehkûmê wendakirinê ne. Û ew ê jî bêne guhertin. Ji ber wê jî ez zêde tiştekî nabêjim, weke ku wê hevalê got, ew mat bûn. Bi tenê Emre Tayanç na, ew ê hemû mat bin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.