HPG'ê got:"Dewleta Tirk a dagirker ku dijminê Kurdan ê sondxwarî ye, bi zanebûn êrişî xelkê herêmê dike, mirovên sivîl qetil dike û sûcê şer dike. Ev namerdiya ku dewleta Tirk dike wê jê re nemîne." Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:
Li herêma Xakurkê
7'ê Adarê li Girê Şehîd Kamûran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
Li herêma Zê
9'ê Adarê li qada Şehîd Diyar bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.
Sûcên şer ên artêşa Tirk a dagirker
8'ê Adarê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
7, 8 û 9'ê Adarê li herêma Metînayê qadên Şêlazê, Golka û Serê Metînayê 5 caran, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qadên Girê Bihar, Girê Amediyê û Girê Cûdî 6 caran, li herêma Xakurkê qada Ava Lolanê 4 caran, li herêma Zapê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm 2 caran, li herêma Garê qadên Kanî Sarkê û Girê 2 caran bi giştî 19 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
7'ê Adarê qada Ava Lolanê ya herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.
Bi kuştina sivîlan sûcê şer dike
8'ê Adara 2024'an di bombardûmana hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de ji Şêladizê Seîd Mubarek û Aras Ferec şehîd bûn û kurê Seîd Mubarek Salih Mubarek jî birîndar bû. Beriya her tiştî em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û şîfayê ji Salih Mubarek ê birîndar re dixwazin. Di heman demê de 20'ê Sibata 2024'an pêşmergeyên bi navê Arîf Taha û Beşîr Omer Alî di bombardûmana dewleta Tirk de şehîd bûn. Dewleta Tirk a dagirker ku dijminê sondxwarî yê Kurdan e, bi zanebûn êrîşî gelê herêmê dike, sivîlan qetil dike û bi vî rengî sûcê şer dike. Hesabê wê yekê dike ku bi vî rengî gelê Kurd ê welatparêz bitirsîne û bitepisîne. Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî gerîla nikare şer bike, bi rengekî namerdî ji hewayî bombeyan li mirovên sivîl û bêmirov dibarîne. Gelê me yê Kurdistanê yê welaparêz divê zanibe ku ev namerdiya dewleta Tirk wê jê re nemîne."
BEHDÎNAN