Ew ê hertim rêya me ronî bikin

Duşem 18 Kanûn 2023 - 00:15

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên gerîlayên HPG’ê Dijwar Şervan, Kendal Cûdî û Ernesto Che Gûevara ku di mehên cuda yên sala 2023’an de li Metînayê şehîd bûn, eşkere kir û destnîşan kir ku ev şehîd bûn mîlîtanên pêşeng ên Têkoşîna Azadiyê ya ku li ser xeta fedayîtiyê tê meşandin û wiha got:“Li Metînayê ku li dijî dewleta Tirk a dagirker li ser xeta fedayîtiyê têkoşîn lê dihat meşandin, di êrîşên dijmin de hevrêyên me Dijwar Şervan 2’ê Cotmeha 2023’an, Kendal Cûdî 28’ê Mijdara 2023’an û Ernesto Che Gûevara 3’ê Kanûna 2023’an şehîd bûn. Hevrêyên me ji bo ku gelê me bibe xwediyê siberojeke bi rûmet xwe ji ti fedakarî û berdêlê nedan paş. Ji ber bûyîna mîlîtanên Apoyî, bi serbilind bûn. Pêdiviyên mîlîtaniya Apoyî di pratîkê de jî pêk anîn û şoreşgerî têra xwe jiyan kirin. Ew ê weke mîlîtanên pêşeng ên têkoşîna me ya li ser xeta fedayîtiyê, wê her tim rêya me ronî bikin û bibin meşale. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe nû dikin ku bîranînên hevrêyên xwe bişopînin û têkoşîna xwe mezin bikin.

Hevrêyê me Dijwar li Amedê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû. Sala 2015’an ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû.

Bi tevlîbûn, hevrêtiya xwe ya xurt, bi îdîa û biryardariya xwe ya têkbirina dijmin bû mîlîtanekî Apoyî û ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Dijwar 2’ê Cotmehê di êrîşa dijmin de şehîd bû û mîrateyeke têkoşînê ya bi serketinê dagirtî li pey xwe hişt. 

Hevrêyê me Kendal li bajarê Dirbesiyê yê Rojava di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Sala 2016’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me ku li gelek herêman gerîlatî kir, bi tevlîbûna xwe ya durust, sade û fedekar bi rengekî herî baş erkên xwe bi cih anî. Hevrêyê me bû milîtanekî Apoyî ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve mînak hate girtin, di heman demê de bû navê baweriya bi serketinê.

Hevrê Ernesto li navçeya Bismîl a Amedê di nava malbateke welatparêz a ji eşîra Bêrîtan de jidayîk bû. Sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Ernesto ku bi disîplîna xwe ya leşkerî, hesas û girêdanbûna bi nirxên azadiyê derket pêş, di her karê xwe de serketineke teqez armanc kir. Hevrê Ernesto ku di 3'ê Kanûnê de di êrîşên dijmin ên li ser herêma Mêtîna de şehîd bû, wê her tim bi kesayetiya xwe ya durust, bi sekna xwe ya bi biryardar û dilsoziya xwe ya bi nirxên azadiyê re bê bîranîn.

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Dijwar Şervan (Mehmet Çetîn), li Amedê jidayîk bûye, 2’ê Cotmeha 2023’an li Metîna şehîd bû.

Kendal Cûdî (Rizgar Derwêş), li Dirbêsiyê jidayîk bûye, 28’ê Mijdara 2023’an li Metîna şehîd bû.

Ernesto Che Gûevara (Jiyan Bîlge), li Amedê jidayîk bûye, 3’ê Kanûna 2023’an li Metîna şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.