Ew ê hertim bibin mînak
Duşem 26 Tebax 2024 - 02:55
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûne eşkere kir û got: “Bi tecrubeyên xwe yên têkoşînê yên ku dewrî me kirine, wê her tim di têkoşîna me de bijîn û ji me re bibin mînak.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 2 gerîlayên şehîd, ev tişt diyar kirin:“Di Nîsana 2024’an de di êrişeke dijmin a li ser herêma Xakurkê de hevrêyên me Doktor Tîjda û Feraşîn şehîd bûn. Hevrêyên me Tîjda û Feraşîn bi tevlîbûna aktîf a di têkoşîna me ya azadiyê de û bi seknên xwe bûn milîtanên PKK-PAJK’ê û gerîlayên YJA Starê yên mînak. Bi tecrubeyên xwe yên têkoşînê yên ku dewrî me kirine, wê her tim di têkoşîna me de bijîn û ji me re bibin mînak. Hevrêyên me Tîjda û Feraşîn bûn mînaka herî şênber a asta civakî ya jinên Kurd ên ku felsefeya Apoyî nas kirine. Hevrêyên me Tîjda û Feraşîn bi pratîka xwe îspat kirin ku alternatîfa jiyana azad a li dijî koletiyê di felsefeya Rêber Apo de ye û ev jî bi rengê xwe yê herî sade û xwezayî li çiyayên Kurdistanê diqewime. Weke hevrêyên wan em bi van hestan hevrêyên xwe Tîjda û Feraşîn bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û di serî de malbatên wan ên hêja ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Hevrêya me Tîjda li Siwêregê ku navçeya welatparêz a Rihayê ye, hate dinê. Dema ku sala 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kirin û hewl da li hemberî gelê me komkujiyê pêk bîne, derbasî Kobanê bû û bi gelê me re di nava refên berxwedanê de cih girt. Di sala 2015’an de bi kelecan û coşeke mezin berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me Tîjda bi sekna xwe ya milîtanî ya di nava jiyanê de, bi hezkirina xwe ya bêdawî ya ji hevrêyên xwe re û bi tevlîbûna xwe ya fedekar û kedkar a di nava xebatan de, rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Bû milîtaneke PKK-PAJK’ê ya mînak.
Hevrêya me Feraşîn li Cizîra Botan li nava malbateke ji eşîra Bilika ku bi nirxên Kurdewariyê ve girêdayî jidayîk bû. Hevrêya me Feraşîn a ku di sala 2015’an de li Cizîra Botan tevlî Berxwedana Xwerêveberiyê bû, di heman salê de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me her dem bi helwesta xwe ya zelal a di rêgezên azadiya jinê de, hevrêtiya xwe ya xurt û bi kesayatiya xwe ya sade û durust wê rêya me, hevrêyên xwe ronî bike." Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:
Tîjda Jiyan (Nurbahar Karadagli), li Rihayê jidayîk bûye, Nîsana 2024’an li Xakurkê şehîd bû.
Feraşîn Gabar (Bahar Akyol), li Şirnexê jidayîk bûye, Nîsana 2024’an li Xakurkê şehîd bû.
BEHDÎNAN