HPG'ê 3 gerîlayên di demên cuda de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Di serî de malbatên wan ên hêja bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be."
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye;
"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku xwe ji ti fedakariyê nadin alî û têdikoşin, ji Dersimê heta Botanê li tevahiya Bakurê Kurdistanê agirê berxwedanê bilind dikin. Ji ber şert û mercên şer, agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne demeke dirêj dewam dike. Li ser vê bingehê eşkere bû ku ji fermandarên me yên leheng Rêzan Berfro di Tebaxa 2018'an de li Dersimê, hevrêya me Raperîn Devrîm di 4'ê Tîrmeha 2022'an de li qada Kato Jîrka ya Botanê û hevrêyê me Hîvdar Egîd di sala 2022'an de li Dersimê şehîd bûne. Hevrêyên me Rêzan, Raperîn û Hîvdar ku bi dilê xwe yê dilxwazê azadiyê meşa şoreşê di asta herî bilind de dimeşand û şehîd bûn, em şehadeta wan bi gelê xwe û raya giştî re parve dikin. Di serî de malbatên wan ên hêja sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Hevrêyê me Rêzan li gundekî navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ji dayik bû. Di sala 2002'an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Rêzan berê xwe timî dida Bakurê Kurdistanê, kûrbûnên xwe yên di vê çarçoveyê de bi hevrêyên xwe û rêxistina me re parve kir û xwest ku li Bakurê Kurdistanê têkoşînê bimeşîne. Ji ber ku gelek hevrêyên wî yên bi hev re têkoşiyan şehîd bûn, tevî ku bandor li hevrêyê me Rêzan kiribû jî, bi motîvasyona hilanîna tola wan, îrade û biryardariyeke xurt xwe gihand Dersimê. Hevrêyê me Rêzan xwest ku gelê me bi rêxistin bike, bi rengekî çalak tevlî nava karên şoreşê bike, lewma jî bi fedakarî û kedeke mezin têkoşiya. Gelê me yê Dersimê ev hewldanên wî dît û qebûl kir, xwedî lê derket.
Hevrêya me Raperîn di malbateke welatparêz de li bajarê Êlihê ji dayik bû. Di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Botanê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Raperîn bi perwerdekirina xwe, tevgera jina azad nas kir, dît ku zayenda jin dikare çi bike, hêza xwe nas kir û xwe ji nû ve afirand û rastiya jina azad gav bi gav di kesayeta xwe de ava kir. Ji bo bibe milîtaneke partiya me ya jêhatî û bibe şervaneke leheng a YJA Starê kedek mezin daye.Hevrêya me Raperîn ji bo mirovahiyê di dilê xwe de hîs bike, sekna jinê ya azad di kesayetiya xwe de nîşan bide, li ser şopa şehîdan bimeşe, bibe hevrêya hevrêyên xwe û milîtana rasteqîn a Rêber Apo gelekî hewl da. Li qada Deriyê Beqê yê herêma Kato Jîrka ya Botanê dema ku bi erka xwe radibû di 4'ê Tîrmeha 2022'an de di êrîşa dijmin de şehîd bû.
Hevrêyê me Hîvdar li gundê Erîmlî yê navçeya Sûr a Amedê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Bi taybetî piştî pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava hîn bi çalaktir tevlî kar bû. Piştî fêm kir ku encex bi tevlîbûna nava refên dikare têkoşînek layiqî rastiya Rêber Apo û şehîdan bimeşîne, ji qada Amedê, tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me piştî perwerdeya 10 rojan derbasî qada Dersimê bû. Bi dilnizm, sade û bêteredutiya xwe ya girêdayî armanca xwe karî bibe mîlîtanek Apoyî ku hevrêyên wî hemû wî mînak bigirin."
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne;
Rêzan Berfro (Omer Dûran), li Mêrdînê ji dayik bûye, Tebaxa 2018’an li Dêrsimê şehîd bû.
Raperîn Devrîm (Kûmrû Çetînkaya), li Êlihê ji dayik bûye, Tîrmeha 2022’an li Kato Jîrka şehîd bû.
Hîvdar Egîd (Mehmet Karahan), li Amedê ji dayik bûye, sala 2022’an li Dêrsimê şehîd bû.
BEHDÎNAN