Ew dilsozê zimanê Kurdî ye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 15 Sibat 2024 - 00:23

EBÎR MUHEMED / NÛJINHA / QAMIŞLO

Nûr Gewrê zarokeke 7 salî ji bajarê Qamişlo ye. Piştî salên dirêj ku bi çewisandinê derbas bûn, Nûr çavên xwe bi Kurdîtiyê di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de vekir. Niha bi zimanê Kurdî di refa yekê de dixwîne. Nûr keçeke zîrek, hişvekirî ye û pir ji çîrokên Kurdî hez dike. Li gorî ku malbata wê dibêje, ji ber vê yekê rûpeleke wê li ser medyaya civakî vekirin, da ku bi çîrok û metelokan zimanê xwe biparêze û sûdê bide mirovan. Ew di vê derbarê de dibêje:“Malbata min ji zimanê Kurdî hez dike loma ez fêrî zimanê Kurdî kirim. Gelek caran li ser medyaya dîjîtal li stranên Kurdî yên kevnar guhdarî dikim, pir caran ji dapîra xwe jî fêr dibim.” Nûr Gewrê bi riya malpera xwe agahiyên li ser ziman, dîroka Kurdistanê, mamik û gotinên pêşiyan jî parve dike. Ew dide zanîn tevî ku ji demeke nêz ve aktîf bûye di rûpela medyaya dîjîtal de, derdor jê kêfxweş in û got:“Hevalên min ji min dixwazin ez çîrokan bibêjim, mamosteyên min jî kêfxweş bûn dema vê xebata min bihîstin.” Nûr Gewrê di dawiya axaftina xwe de got:“Dixwazim di paşerojê de bibim bijîşkeke serkeftî. Ez bi hêvî me ku zarok û malbat bi zimanê dayikê biaxivin û bi pêş bixin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.