• HPG da zanîn ku kadroyên pêşeng ên Navenda Çapemeniyê ya HPG'ê û Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza di 12 û 19'ê Îlona 2022’yan de di êrişan de şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şehadeta kadroyên pêşeng ên çapemeniya HPG û YJA Starê daxuyaniyek da. Wê got, “Hevrêyên me Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza di 12 û 19'ê Îlona 2022’yan de gava li ser erka xwe bûn, di êrişên dijmin de şehîd bûn.”

HPG´ê li ser mijarê got, “Hevrêyên me Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza, ji Mazlûm Dogan heta Gûrbetellî Ersoz, ji Xelîl Dag heta Arjîn Amed, Hindistan Penaber, Alî Kanîroj, Amara Ronahî, Jiyan Amargî û Şaristan Asmînan bûn nûnerê vê demê yên rêûresma çapemeniya azad a li ser xeta azadiyê. Bi daxwazeke mezin û kedeke bilind wezîfeya xwe bi cih anîn. Hevrêyên me yên bijarte, milîtanên fedayî yên Apoyî bûn; ew bûn dengê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û di vê oxirê de têkoşiyan, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Hevrêyên me Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza bûn dengvedana rêûresma me ya çapemeniya azad li çiyê. Serê malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd û serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz bila sax be.

Hevrêya me Koçerîn li navçeya Dîgor a ser bi Qersê ji dayik bû. Di sala 2013'an de tevlî nava refên gerîlayên azadiyê bû.

Hevrêya me Koçerîn her kar weke rêyeke ber bi azadiyê ve dît, ji bo bersivê bide hêviya paşeroja azad a gelê me, tevlîbûna fedayî ji xwe kir esas. Bi çek û kameraya xwe bû yek, têkoşîn û sekna jina azad serketî nîşan da. Ji bo xwe bigihîne armanca azadiyê ya partiya me, bêdudilî bû milîtan. 

26 rojan di nava dorpêça dijmin de mabû

Hevrêya me Avrîn li navçeya Şêrawa ya Efrînê li nava malbateke me ya hêja mezin bû. Di sala 2014'an de kekê wê Mahsûm Efrîn li dijî dagirkeran bi lehengî şer kir û şehîd bû; wê çeka wî hilda. Hevrêya me Avrîn tevlî Berxwedana Serdemê bû. Ji ber şerê giran tevî hevrêyekî xwe di nava dagirkeran de ma, 26 rojan bi îradeyeke awarte têkoşiya. Bi operasyoneke taybet li gel hevrêyê pê re ji nava dagirkeran hate rizgarkirin. Di her kêliya berxwedana dîrokî ya Efrînê de cih girt, di jiyana xwe ya têkoşînê de bi hişmendiya azadiyê ya kûr de biryar da tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bibe û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me di Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo de xwe kûr kir, di her kêliya jiyanê de xeta PKK û PAJK'ê bi îradeyeke xurt temsîl kir. 

Hevrêya me Axîn li Amûdê ji dayik bû. Li nava refên Şoreşa Azadiyê ya Rojava cihê xwe girt. Di sala 2017'an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Hevrêya me Axîn ku timî asta tempoya tevlîbûnê bilind kir, xwedî li mîrateya kevneşopiya çapemeniya azad derketiye û giyanê serfiraziyê yê serdemê weke milîtaneke pêşeng a YJA Starê di pratîka xwe de nîşan daye. Mîrateya têkoşînê ya hevrêya me Axîn bi felsefeya Rêber Apo bi pêş ket û bi meşa di xeta fedaiyan de tevlîbûneke bêsînor kir. Weke hevrêyên wê yên li dû wê mane em ê teqez vê têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin.

Hevrêya me Roza li Amedê mezin bûye. Di sala 2015'an de tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrêya me ku her roj bi tevlîbûna fedaî ya di xeta Zîlan de leza tevlêbûnê zêde dike, bi pratîka xwe ya serketî bûye milîtaneke PKK û PAJK'ê ya mînak. Weke milîtana pêşeng a YJA Starê ji bo me hevrêyên mayî, her tim bûye xwedî pratîkeke mînak. Bibîranîna têkoşîna hevrêya me Roza ku ruhê serdemê bi tevlîbûneke fedayîbûnê bi dest xist û bersiv da hêviyên gelê me yên ji bo siberojeke azad, wê her tim me ronî bike.”

Agahiyên li ser nasnameya şehîdan bi vî rengî ne:

Koçerîn Rojîn (Leyla Tûrgût), li Qersê ji dayik bûye, 12’ê Îlona 2022’yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Avrîn Mahsûm (Bêrîvan Mustafa), li Efrînê ji dayik bûye, 19’ê Îlona 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. 

Axîn Amûdê (Dilsoz Hebîb), li Amûdê ji dayik bûye, 12’ê Îlona 2022’yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Roza Rênas Amed (Songul Tarinci), li Amedê ji dayik bûye, 12’ê Îlona 2022’yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. 

BEHDÎNAN