Ew bûn çavkaniya şeref û şanaziyê

În 19 Çile 2024 - 03:45

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralokê de şehîd bûn eşkere kir û got:"Bêteredût û bi fedaîtî şer kirin, bi lehengî şehîd bûn û ji bo gelê me bûn çavkaniya şeref û şanaziyê." Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehîdên Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralok de daxuyaniyek da û wiha got:"Di daxuyaniya xwe ya 14'ê Çileya 2024'an de me eşkere kiribû ku di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralok de hevrêyên me Serxwebûn û Rizgar ên bi ruhê fedaî yê Apoyî û wêrekiya bilind tevlî bûn, gihîştin şehadetê. Hevrêyên me yên têkoşer ên Apoyî ku bi profesyonelî, şêwaza fedayî û lehengiya xwe ya bilind beşdarî Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralok bûne, bi berxwedana xwe xeta têkoşînê ya sala 2024’an diyar kirin. Malbatên hêja yên milîtanên fedayî yên pêşeng ên mîna hevrêyên me Serxwebûn û Rizgar û gelê Kurd ê welatparêz dikarin bi zarokên xwe yên leheng serbilind bin. Weke hevrêyên wan em sersaxiyê ji tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz û bi taybet ji malbatên hêja yên hevrêyên me re dixwazin. Em soz didin ku meşa Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad a hevrêyên xwe ji her demê bêhtir bi îdia û bi biryarî bidomînin.

Hevrêyê me Serxwebûn weke endamê malbata Kor Husên Paşa yê serokê eşîra Heyderan ê ku ji bo tevlî Berxwedana Agirî ya ji aliyê gelê me yê Serhedê ve hatiye destpêkirin çavên xwe li jiyanê vekir. Sala 2014’an tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû. Bi kesayetiya xwe ya enerjîk, dilpak, kedkar û durist zû bi hevrêyên xwe re bû yek. Hevrêyê me Serxwebûn her tim di bixebitê de bi israr bû û ji bo bi pêş ve biçe di eniya herî pêş de şer bike. Yek ji şervanên Apoyî yên leheng bû ku derbên giran li dagirkeran xist. Weke şervan û milîtanekî jêhatî, erkên xwe bi serkeftî bi cih anî. 

Hevrê Rizgar li Kobanê di malbateke welatparêz de hatiye dinê. Di sala 2012’an de bi pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re fikrên Rêber Apo nas kir, çavkaniya têkoşîna lehengiya gerîla baştir fêm kir. Hevrêyê me Rizgar ku dizanibû ku li hemberî êrîşên dijmin ên bênavber têkoşîneke şoreşgerî ya bênavber pêwîst e. Li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Bi saya kesayeta xwe ya dilpak û hestiyar bi hemû hevrêyên xwe ve girêdayî bû û bi van taybetiyên xwe ve bû milîtanekî ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve dihat hezkirin. Di gelek çalakiyan de cih girt û bi fedekarî û cesaret li dijî dijmin şer kir. Beşdarî Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralok bû. Li vê derê derbên bi bandor û giran ên li dijmin xist, hema bêje dijmin têk bir. Hevrêyê me îspat kir ku ruhê fedayî yê bilind ê Apoyî wê mohra li sala 2024’an bide."

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Serxwebûn Serhed (Sefa Altunay), li Agiriyê jidayîk bûye, 12’ê Çileya 2024’an li Zê şehîd bû.

Rizgar Çavreş (Ronîcan Hemo), li Kobanê jidayîk bûye, 12’ê Çileya 2024’an li Zê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.