• HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li herêma Elkê ya Şirnexê şehîd bûne eşkere kir û got: Ew ê bîranînên hevrêyên me Brûsk, Rustem, Kamûran û Dilsoz, hertim pêşengiyê ji têkoşîna me re bikin.

HPG’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku 4 gerîlayên wan li herêma Elkê ya Şirnexê, di şerê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk de, şehîd bûne. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya derbarê şehîdan de wiha ye:’’20’Hezîrana 2024’an di êrişa dijmin a li herêma Elkê, milîtanên me yên APO’yî yên hêja Brûsk, Rustem, Kamûran û Dilsoz şehîd bûn. Nûnerên fedayî yên APO’yî ku salên herî xweş ên ciwaniya xwe fedayî azadiya gelê me kirin, heryek ji wan bûn abîdeya berxwedanê ku tevahî ciwanên Kurdistanê ji xwe re mînak bigrin. Bi şerê li dijî dijmin meşandin, bûne rûyê spî yê gelê me. Di pêvajoyeke ku dewleta Tirk a dagirker, konsepta tasfiyeyê li dijî gelê me xiste meriyetê, bi îdîa û biryardariyeke mezin, berê xwe dan Bakurê Kurdistanê, bi sekna xwe ya milîtanî, bersiva herî mezin dan dijmin. Em di serî de sersaxiyê ji malbatên hêja yên şehîdan, ji tevahî xelkê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Bîranînên wan wê hertim ji têkoşîna me re pêşengiyê bikin. 

Nûnerê welatparêzî û netewbûnê

Hevrêyê me Brûsk li navçeya Elkê ya Şirnexê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2011’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Ji ber taybetmeniya kûr a Botanê ya welatparêziyê heta şaneyên xwe yên herî biçûk jî jiyan dikir, ji aliyê gelê me ve gelekî hate hezkirin. Tevî ku li çiyayên Katoyan pratîkeke serketî meşand û ji hevrêyên xwe re bû mînak jî, ev ji xwe re têr nedît, xwest bêhtir ji pêvajoyê re bibe bersiv. Her kêliya jiyana xwe bû xwedî kedekê. Hertim dixwest di têkoşîna xwe de bibîranîna hevrêyên xwe yê şehîd bide jiyan kirin. 

Hevrêyê me Rustem li gundê Setkarê yê navçeya Elkê ya Şirnexê jidayîk bû. Di sala 2013’an de li herêma Katoyê Jîrka tevlî nava refên gerîla bû. Ji bo êrişên dijmin vala derbixe kedeke mezin da û bû milîtanekî fedayî ku ji her erkê re amade ye. Hevrêyê me ku li qada zarokatiya xwe lê derbas bûye, gerîlatî kir, weke ewladekî leheg ê Botanê, di têkoşîna xwe de bi sekna xwe ya bi rêgez û bi biryar, bû şervanekî wêrek. Bê milîtanekî fedayî yê APO’yî ku eta nefesa xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. 

Hevrêyê me Kamûran, li navçeya Gever a Colemêrgê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Di sala 2013’an de ji Geverê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me ku kêfxweşiya li Bakur bûnê jiyan dikir, girîngiya têkoşîna li wê herêmê dizanî û hewil da, erkên xwe bicîh bîne. Hevrêyê me ku di qadên herî zehmet de gerîlatî kir, hertim di nava lêgerîna derblêdana dijmin de bû û têkoşîneke bê eman meşand. Weke şervanekî fedakar û wêrek, di nava partiya me de şopeke mezin hişt.  

Hevrêyê me Dilsoz li herêma Şaho ya Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2018’an de tevlî nava refên gerîla bû. Bi salan xeyal dikir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û li vir jî tevlîbûna xwe ya bi tempo dewam kir. Hertim got ku armanca wî ya herî mezin, azadiya fizîkî ya Rêber APO ye û ji bo vê jî bê rawestan têkoşiya. Weke kesayetekî neteweyî, hevrêyê me Dilsoz bû xwedî têkoşîneke ji Şaho heta Botanê û îspat kir ku sînorên ku dijmin ji bo welatê me parçe bike, bê wate ne.”

Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayên şehîd de wiha ne:

Brûsk Kato (Basrî Cîn), li Şirnexê jidayîk bûye, 20’ê Hezîrana 2024’an li Botanê şehîd bû.

Rustem Çekdar Kato (Sefer Temel), li Şirnexê jidayîk bûye, 20’ê Hezîrana 2024’an li Botanê şehîd bû.

Kamûran Teyrêbaz (Yilmaz Sala), li Colemêrgê jidayîk bûye, 20’ê Hezîrana 2024’an li Botanê şehîd bû.

Dilsoz Gabar (Arvîn Huseynî), li Şaho jidayîk bûye, 20’ê Hezîrana 2024’an li Botanê şehîd bû.

BEHDÎNAN