HPG'ê gerîla Dogan Kiran bi nasnav Kawa Ararat ku di sala 2015'an de li Xakurkê şehîd bû, bi rêzdarî bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehadeta gerîla Kawa Ararat daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye;

"Ewladê leheng ê Serhedê hevrêyê me Kawa Ararat sala 2015'an ku yek ji demên herî giran ên êrişên dijmin bû, li Xakurkê şehîd bû. Hevrêyê me Kawa ku bi bawerî, dilsozî û biryardariyeke mezin tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me bû, bû reberekî ciwanan ku ji ciwanên Kurdistanê hemûyan re bibe mînak. Di nava têkoşîna me ya azadiyê de ku weke ciwanekî şoreşger ê Serhedî tevlî bû, xwe bi taybetmendiyên milîtaniya Apoyî xemiland, bû milîtanekî pêşeng û li ser xeta şehîdan weke şervanekî xurt têkoşiya.

Di serî de malbata hêja ku şoreşgerekî leheng ê mîna hevrêyê me Kawa tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me kir, bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

Hevrêyê me Kawa li Agiriyê li nava malbateke welatparêz ji dayîk bû. Sala 2011'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Kawa pratîka xwe ya gerîlatiyê hemû li Xakurkê kir, li vir tevî gelek hevrêyên me yên hêja mil bi mil têkoşiya. Hevrêyê me Kawa bi tevlîbûna xwe ya bêteredût, bi kesayetiya xwe ya hêja, kedkar, fedakar û dilnizm bû milîtanekî Apoyî ku ji hevrêyên xwe hemûyan re bû mînak."

Agahiyên li ser nasnameya şehîd Kawa Ararat bi vî rengî ne:

Kawa Ararat (Dogan Kiran), li Agiriyê jidayîk bûye, sala 2015’an li Xakurkê şehîd bû.

BEHDÎNAN