HPG'ê nasnameya gerîlaya li Garzanê şehîd bû eşkere kir û got, "Hevrêya me Ardem li ser xeta fedaîtiyê şer kir û bû mînakeke bêhempa ya milîtaniya Apoyî. Bi têkoşîn û sekna xwe, nasnameya jin a azad temsîl kir."
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye; "Milîtana şareza ya xeta azadiyê ya jinê û îdeolojiya Apoyî, fermandara me ya hêza Ardem Ararat 1'ê Tebaxa 2023'an di encama bombardûmana giran a artêşa Tirk a dagirker de heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da û şehîd bû. Hevrêya me Ardem di nava 7 salên dawî de bi taybetî meha dawî li hemberî her cûre teknîka artêşa Tirk a dagirker li ser xeta fedaîtiyê şer kir. Hevrêya me Ardem careke din nîşan da ku jin a ku bi milîtaniya PAJK'ê û şervaniya YJA Starê re azad bûye, di nava ti şert û mercî de nikare ji aliyê mejiyê bi serweriya mêr ve teslîm bê wergirtin. Di serî de malbata hêja ya fermandara me ya leheng hevrêya me Ardem Ararat bila serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be, em soz didin ku di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna hevrêya xwe Ardem derkevin.
Hevrêya me Ardem li navçeya Bismil a Amedê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû. Di sala 2016'an de berê xwe da Bakurê Kurdistanê û destpêkê gihîşt Amedê. Piştre jî derbasî eyaleta Garzanê bû û pratîka xwe li wir dewam kir. Meşa hevrêya me Ardem û têkoşîna wê ya 7 salan a bênavber a li Bakurê Kurdistanê ispat kir ku milîtaniya YJA Starê çiqasî mezin e û hêzeke xurt e. Têkoşîna destanwarî ya mehekê ya hevrêya me Ardem li pêşberî kêmderfetiyê û rastiya şer a herî bêhevseng a di dîrokê de hate dîtin, bûye sekneke mezin a lehengiyê.
Rastiya ku wê temsîl dikir û pratîka ku danî pêşiya xwe, bû îfadeya hemdem a kevneşopiya jina Kurd a azad a li çiyayên Garzanê. Ruhê asîl ê jina Kurd û evîna mezin a azadiyê wê teqez li Kurdistanê jiyana azad biafirîne û pêl bi pêl wê li hemû cîhanê belav bibe û bi ser bikeve."
Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Ardem Ararat bi vî rengî ne;
Ardem Ararat (Sûltan Orûç), li Amedê jidayîk bûye, 1’ê Tebaxa 2023’an li Garzanê şehîd bû.
BEHDÎNAN