Ew bû nirxê me yê azadiyê
Şemî 30 Kanûn 2023 - 04:28
HPG’ê got:’’Hevrêyê me Êriş di êrişa dijmin a 20’ê Cotmeha 2023’an a li Dêrsimê şehîd bû. Li pey xwe hezkirineke hevrêtiyê ya mezin û mîrasa têkoşînê hişt. Bû nirxekî me yê azadiyê ku hertim em mînakê jê bigrin.’’
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de wiha hate gotin:’’Hevrêyê me Êriş, di her xebateke dimeşand û li her qadeke ku lê bû, bû parêzvanekî APO’yî û li gorî vê jiyan kir. Hevrêyê me Êriş, PKK û gerîlayê azadiyê yekane navnîşana berxwedanê dît û bê dudilî tevlî bû. Tevlîbûna xwe li ser xeta fedayîtiyê meşand û her kêliya jiyana xwe de dixwest bibe layiqê Rêber APO û şehîdên me. Bi vê sekna xwe ya milîtaniyê gîhîşte vê armanca xwe. Bi kesayeta xwe ya bi cewher, bû hevrêyek ku em ê hertim ji xwe re mînak bigrin. Di serî de malbat û gundê Vartînîs a welatparêz ku weke ewladekî bi nirx tevlî têkoşîna me kirin, ji bo tevahî xelkê me yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Hevrêyê me Êriş li gundê Vartînîs a Mûşê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2015’an de dest ji zanîngehê berda û tevlî refên gerîla bû. Bi kesayeta xwe ya durust, sade û dilsozê nirxên azadiyê, ji aliyê hevrêyên xwe hate hezkirin. Hêrsa xwe ya li dijî dijmin, hertim hewil da di çalakiyên xwe de nîşan bide û hertim di nava lêgerîna pêşketinê de bû. Weke milîtanekê APO’yî yê profesyonel, erkên serdemê bi serketî bicîh anî.
Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayê şehîd de wiha ne;
Êriş Rojhilat (Nûrî Elçî), li Mûşê jidayîk bûye, 20’ê Cotmeha 2023’an li Dêrsimê şehîd bû.
BEHDÎNAN