HPG'ê nasnameya gerîla Amara Ekîn Ceren eşkere kir ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi qezayekê şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayeke şehîd daxuyaniyek da û wiha got:"Di 26'ê Cotmeha 2023'an de hevrêya me Amara Ekîn Ceren li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi qezayekê şehîd bû. Hevrêya me Amara ku bi dilxwaziya xwe ya azadiyê dest bi jiyana gerîla kir, di her kêliyê de azadî hîs kir, ji bo parastina jiyana gerîla ya pîroz ku ji aliyê bi hezaran hevrêyên me yên şehîd ve hate afirandin, kete nava têkoşîneke bêeman. Hevrêya me bi durustî û kesayetiya xwe ya xwezayî cihê xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de girt, di her karî de serketî bû û bû yek ji mînakên herî baş ên milîtaniya Apoyî. Bi kûrbûna xwe ya li ser xeta azadiyê ya jinê, felsefeya azadiya jinê ya Rêber Apo ji xwe re kir şêweyê bingehîn ê jiyanê û bû milîtaneke mînak a PAJK'ê. Hevrêya me ji ber qezayekê şehîd bû, lewma em sersaxiyê ji malbata wê ya hêja, gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna mînak a hevrêya xwe Amara bi serketinê tacîdar bikin.

Hevrêya me Amara li navçeya Kopê ya Mûşê li nava malbateke welatparêz jidayîk bû. Tevî xizmên xwe Sorxwîn Şiyar (Îstek Çetîn), Sara Bêrîtan (Zeynep Çetîn) û Jînda Poyraz (Heves Çelîk )di Gulana 2014'an de ji herêma Erziromê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Amara ji roja tevlîbûna nava refên gerîla û pê ve li her qadê sekna xwe ya li ser xeta azadiyê parast û roj bi roj xwe kûrtir kir, bi kesayetiya xwe ya rast û girêdayî nirxên azadiyê baweriya hemû hevalên xwe û partiya me bi xwe anî.Hevrêya me di her xebata ku di nav de cih digirt de serketin weke yekane rê qebûl dikir û bi vê nêzîkatiya xwe baweriya hevalên xwe û partiya me bi xwe dianî û ev yek tim zindî dihişt. Hevrêya me di 26'ê Cotmeha 2023'an de ji ber qezayekê şehîd bû. Vê yekê me gelekî êşandibe jî, wê bi hevrêtiya xwe ya xurt a li pey xwe hişt timî bê bîranîn û ji me re bibe meşaleyek.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya şehîd bi vî rengî ne:

Amara Ekîn Ceren (Ajda Çetîn), li Mûşê jidayîk bûye, 26’ê Cotmeha 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN