MEHMET ASLAN/MA/STENBOL
Di ser koça dawî ya nivîskar, rojnamevan, rexnegir û senarîst Evrîm Alataş re 13 sla derbas bûn. Alataş ku di 15'ê Nîsana 1976'an de li gundê Golpinar ê navçeya Arganê ya Meletiyê çêbû, wekî her zarokên kurdan ew jî bi zilma dewletê re rû bi rû ma. Alataş ku bi zext, binçavkirin û avêtinên ser malan re rûyê rast ê dewletê dît, li gundê xwe dibistana seretayî û navîn xwend û paşê malbata wê bar kir çû Stenbolê. Alataş, li vir heya demekê di atolyeya tekstîlê de xebitî û paşê, di sala 1994'an de, di Rojnameya Yenî Polîtîkayê de dest bi rojnamevaniyê kir.
Alataş paşê di rojnameyên Demokrasî, Ozgur Bakiş û Ulkede Ozgur Gundemê nûçegihanî û edîtorî kir û her wiha ji rojnameyên Evrensel, BîrGun û Ozgur Polîtîkayê re jî nivîsî. Alataş ku di quncika xwe ya bi navê" Fîncan Hanimê" ya Ozgur Gundemê de bi zimanekî hicwî tiştên hatine serê gel nivîsî, di kovarên wekî Esmer, Bîrîkîm, Amargî, Siyasî û Tîrojê de jî gelek gotarên wê hatin belavkirin. Ji xeynî vê Alataş di Radîkal Îkî'yê de û di Tarafê de jî bi quncika bi navê "Kurtler Vadîsî" nivîs nivîsîn. Di sala 2003'yan de ji Weşanên Aramê bi navê "Mayoz Bolunme Hîkayelerî" pirtûka wê weşiya. Di vê pirtûkê de çîrokên trajîkomîk ên li Kurdistanê hene.
Senaryoya ‘Min Dît’ nivîsand
Pirtûka wê ya bi navê “Her Dağın Gölgesi Deniz’e Düşer” jî di sala 2009'an de ji Weşanên Îletîşîmê derçû. Alataş, di vê pirtûka xwe de bi çavên zarokekî behsa ji pêşengên nifşê 68'an xalê xwe Teslîm Tore, Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş dike. Senaryoya filmê metrajdirêj ê bi navê" Min Dît" nivîsî ku ev film behsa sê zarokên ku li Amedê dê û bavên wan ji aliyê JÎTEM'ê ve hatine qetilkirind ike. Film, di Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê ya 46'an de xelat wergirt. Alataş, xelata xwe diyarî Ceylan Onkol kir ku di 28'ê Îlona 2009'an li Licêya Amedê hat qetilkirin.
Alataş, ji ber nexweşîna pençeşêrê di 12'ê nîsana 2010'an de li Amedê jiyana xwe ji dest da. Alataş, berî ku jiyana xwe ji dest bide pirtûka xwe ya bi navê "Biz bu dağın çiçeğiydik" weşand.
Ocalan li ber wê ket
Gava Alataş jiyana xwe ji dest da, Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtineke xwe de ya bi parêzeran re got, "Ez li ber wê ketim. Ez sersaxiyê dixwazim. Min çend nivîsên Evrîmê xwendibûn. Bi taybetî jî min nivîsa wê ya li ser gundê wê û der barê zarokên Kurdan de pir ecibandibû. Ez dizanim ku wê Meletî, bibîranîna Zeyneb (Zîlan) û Muslum Dogan esas digirt. Min ji nivîsa wê ev encam wergirtibû. Gelê Kurd û ciwanên Meletiyê divê girêdayî bibîranîna Evrîmê, Zîlanê û Muslum bin."
Sîbel Guler bi Alataş re di Rojnameya Ozgur Gundemê de xebitiye. Sîbel Gulerê got, Alataş bi hêla xwe ya mîzahî rengekî din daye nûçeveniya li ser jinan û mafan.
Sîbel Gulerê sala 1998'an Alataş nas kiriye û sala 2006'an bi wê re di rojnameya Ozgur Gundemê de xebitiye. Wê got, gava wê Evrîm Alataş nas kiriye, ew edîtora kovara Yûrtsever Gençlîkê bûye û Alataş jî nûçegihana Ulkede Ozgur Gundemê bûye.
Guler wiha behsa Alataş kir: "Evrîm Alataş, beriya her tiştî keseke xwedî wijdan bû. Jineke kurd a wêrek bû. Pênûseke kedkar a Ozgur Gundemê û çapemeniyê bû.”