• "Ev hevrêyên me yên hêja, bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta azadiya jinê, bûn milîtanên mînak ên YJA Starê." 

HPG'ê nasnameyên 2 gerîlayên li Tendurekê şehîd bûn, eşkere kir û got, "Ev hevrêyên me yên hêja, bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta azadiya jinê, bûn milîtanên mînak ên YJA Starê." 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Artêşa Tirk a qirker 16'ê Tebaxa 2022'an li herêma Tendurekê ya Serhedê dest bi operasyoneke berfireh a dagirkeriyê kir. Di navbera artêşa Tirk a qirker û hêzên me de şerekî giran qewimî. Hevrêyên me Evîndar û Eylem, di vî şerî de derbên giran li dagirkeran xistin û bi rengekî fedaî li ber xwe dan, heta nefesa xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn. Ev hevrêyên me yên hêja salên dûr û dirêj li herêma Serhedê man û ji bo bipêşvebirina gerîlatiya jinê kedeke bêhempa dan. Ew bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta azadiya jinê bûn milîtanên mînak ên YJA Starê. Em soz didin ku mîrateya têkoşînê ya van hevrêyên xwe yên hêja, hevrêtiya PKK'ê ya ku jidil hûnandin, biparêzin û mezin bikin."

HPG´ê ji bo şehîd Evîndar Kevok got, "Hevrêya me Evîndar li navçeya Wanê Çaldiranê ji dayik bû. Hevrêya me li Agiriyê di beşa bernamevaniya kompûterê de li zanîngehê xwend, piştî ku dest bi zanîngehê kir rastiya dijminê dagirker û faşîst baştir dît û fêhm kir. Hevrêya me Evîndar bi pîvana yekbûna fikir û çalakiyê, tevlî nava refên têkoşînê bû û demekê karên ciwanan meşand. Hevrêya me di karên ciwanan de pratîkeke serketî nîşan da. Di çarçoveya Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî de di demekê de ku şerê me giran bû, ji bo wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih bîne sala 2011'an tevlî nava refên gerîla bû.

Demeke dirêj li Xakurkê û Zapê gerîlatî kir û bû gerîlayeke şareza. Bi perwerdeyên li van qadan wergirtî, li ser xeta PAJK'ê xwe kûr kir û bi xurtî xwedî li mîrateya Bêrîtanan derket, rola xwe ya pêşengiyê bi cih anî. 

Bi sekna xwe ya bi bawer û îdîa sala 2016'an de weke Fermandareke YJA Starê bi biryardariyeke mezin çû Serhedê. Li herêma Serhedê bi rengekî çalak tevlî pêngavên li dijî dagirkeran bû, li refên herî pêş derbên giran li dagirkeran xistin." 

HPG´ê ji bo şehîd Eylem Sîpan jî got, "Hevrêya me Eylem li navçeya Wanê Erdîşê ji dayik bû. Sala 2016'an dema ku berxwedana gerîla ya li dijî artêşa Tirk a mêtinger gihîşt asta herî bilind, li Erdîşê tevlî nava refên gerîla bû.

Di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û çiyê bû û ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe bi pêş ve bir. Hevrêya me Eylem Rêber Apo ji bo xwe weke çavkaniya jiyanê dît; hewl da Rêbertiyê fêhm bike, îdeolojiya wî ji xwe re bike felsefeya bingehîn a jiyanê. Weke gerîlayeke YJA Starê ya pêşeng bi kêfxweşî û serbilindî li qada zehmet a Serhedê gerîlatî kir. Hevrêya me Eylem ji aliyê hunerê leşkerî ve xwe bi pêş ve bir, bi taybetî li qada Tendurekê tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hatin xistin."

Nasnameya şehîdan jî hat eşkere kirin:

- Evîndar Kevok (Tûgba Tambahçecî) a li Wanê ji dayik bûye, keça Hatûn û Mehmet Emîn, 16'ê Tebaxa 2022´yan li Serhedê şehîd bûye.

- Eylem Sîpan (Devlet Taşir) a li Wanê ji dayik bûye, keça Fatma û Enver, 16'ê Tebaxa 2022´yan li Serhedê şehîd bûye.

ANF/BEHDÎNAN