• Siyasetvanê Kurd Ciwan Akbulut bi nimûneyeke nû nîşan da ka çawa SPD li NRW, nexasim li bajarê Hammê tevî mizgefta DITIB´ê ya ku nijadperestên Tirk dihewîne, di nava têkiliyên baş ên du alî de ye. Cihgirê serokê rêxistina bajêr a SPD´ê di heman demê de berdevkê mizgefta DITIB´ê a Hammê ye. 

Mizgefta Ulu ya li Hammê ya ser bi saziya diyanetê ya dewleta Tirk li Elmanyayê DITIB´ê, wêneyên şahiyekê parve kirin. Li ser yekî ji wêneyan eşkere nîşanên gurên boz yanî nijadperestên Tirk xuya bûn. Siyasetvanê Kurd ê ku endamê meclîsa întegrasyonê ya bajarê Elmanyayê Essenê, Ciwan Akbulut bal bire ser vê têkiliya yekser a Mizgefta Ulu ya Hammê bi nijadperestên Tirk re û pirsa “Çi têkiliya vê bi SPD Hamm û şaredarê bajarê mezin Marc Herter re heye?” 

Bersiva Akbulut dereng namîne: SPD ne ku tenê xwe li endamên xwe yên nijadperestên Tirk radigire, û bêhnfereh e, lê belê ew wêneyekî li ser hesabên xwe yên dîjîtal parve dikin “ê ku li ser ê tenê nîşanên nijadperestên Tirk û yên îslamî hene.”      

Tesbîteke Ciwan Akbulut a balkêş heye, heta kêliya ku wî ev agahî li ser hesabê xwe parve kir, bêhtirî 400 caran xelkê ev wêne ecibandibû. Yanî endamên vê cemaeta mizgefta li Hammê ji nîşanên nijadperestan ne aciz in. Yek rexneya tenê nîne, lê her kes kêfa xwe ji van sembolan re tîne.

Belkî lazim e em li vir bi bîr bixin ku gurên boz li Elmanyayê ji rêxistinên rastgir ên tundraw tên hesibandin. 

Berdevê mizgefta DITIB´ê cihgirê SPD ya Hammê

Ciwan Akbulut hinekî lêkolaye û dîtiye ku Berdevkê Cemaeta DITIB´ê li Hammê siyasetvanê Partiya Sosyal Demokrat a Elman SPD´ê Îsmaîl Erkul e. Heta pêr, 9 hefteyên wêne li ser Instagramê temam bûbûn û li gorî Akbulut, heger bixwesta, Îsmaîl Erkul dikarî xwe dêrî peyama vî wêneyê bike. Lê wî tiştekî welê nekiriye. 

Îsmaîl Erkul ji mêj bûye sedema minaqeşeyan di nava rêxistina SPD´ê ya Hammê de. Ciwan Akbulut bi bîr dixe ku sedema sereke jî ew bû ku Erkul weke nûnerê heta waliyê AKP´ê li Hamm tevgeriyaye. 

Axir Erkul di hilbijartinên nîvê sala 2017´an de weke cihgirê serokê rêxistina SPD´ê ya Hammê hatibû hilbijartin. 

 

Çima SPD ji nijadperestên Tirk ne aciz e?

Ji ber wê jî Ciwan Akbulut van pirsan ji SPD´ê dike: “Rêxistina SPD ya Hammê çi dibêje ji wê yekê re ku cihgirê serokê wê berdevkê mizgeftekê ye û ew mizgeft di nava refên xwe de tundrawên rastgir dihewîne? Çawa dibe ku kesên ji derdora DITIB´ê di nava partiyê de xwe digihînin meqamên evqasî bilind? Ma gelo bêhejmar skandalên DITIB´ê ji bo SPD´ê ne mesele ne?” 

Di dewamê de Ciwan Akbulut dide zanîn ku Îsmaîl Erkul serokê Meclîsa Întegrasyonê ya Hammê ye jî û vê pirsê dike: “Çawa meclîs wê nûneriya tevahiya mirovên xwedî paşxaneyeke koçberiyê bike, heger serokê wê di heman demê de berdevkê mizgeftekê be û ew mizgeft jî razî be ji tundrawên rastgir?” 

 

Hevalê baş ê şaredarê Hammê

Ciwan Akbulut dide zanîn ku Erkul bi ti awayî şerê êrişê yê li dijî hiqûqa navneteweyî yê dewleta Tirk li dijî Efrînê red nekiriye û hingê jî mizgeftên DITIB´ê ji bo serketina vê dagirkeriya Tirk dua kirine. 

Bi ser halan de li vê mizgefta nijadperestên Tirk, şaredariya Hammê Nîsana bihurî xwarina fitarê organîze kiribû û di nava beşdaran de şaredarê bajarê mezin ê Hammê Marc Herter û gelek kesên din ên ji siyaseta bajêr hebûne. Erkul jî li wir bûye û Ciwan Akbulut bi bîr dixe ku şaredar marc Herter ji bo Îsmaîl Erkul gotiye, “hevalekê gelekî baş”.

NAVENDA NÛÇEYAN