• Nivîskar û rojnamevan Tomas Spahn bi evîna Berlînê ya ji bo Enqerê daketiye û dibêje, Berlîn êsîrê Enqerê ye û wê bi vî halê xwe dengê xwe neke. Bi ya wî ji ber vê daxuyaniya hikûmetê ya elaqedarî doza girtina HDP´ê, argumanên dewleta Tirk jî bi kar anîne.

"Evîna Berlînê ji dîktatoran re" ne gotina min e, lê sernivîsa rojnamevan Tomas Spahn e ku ji bo rojnameya Tichysein Blickê qunciknivîsiyê dike.  

Di nivîsa bi sernivîsa orîjînal "Berlins Liebe zu Diktatoren" de Tomas Spahn ji vê rojnameya lîberal re gotinên xwe bêyî ku xef bike nivîsîne.  

Bi ya wî hikûmeta Elman wê ji ber Peymana Penaberan dengê xwe li Enqerê neke. Ew dibêje, Yekîtiya Ewrûpayê hemû, lê nexasim jî Elmanya bi serokkomarê Tirk Erdogan re ketine hembêza hev, sedem jî ev peymana Merkel pêşniyazkirî ye. Ew bi bîr dixe ku bi vê peymanê ji sala 2016´an ve bi milyaran euro Yekîtiya Ewrûpayê (YE) "xistine xizneya ji bo şerî" ya Erdogan. Ew dibêje, hindik maye mohleta peymanê biqede û ji ber ku dirêjkirina wê bi dilê Elmanya û YE´yê.

Bi ya Spahn ev peyman ti carî bi rastî naxebite, Erdogan hê nû beriya çendekê bang li penaberan kiribû da ku êrişî sînorê Yewnanistanê bikin. 

Lê ev peyman wê çawa bê bicihanîn? Dewleta Tirk doza bê vîze ketina YE´yê ya welatiyên xwe dikir, lê YE´yê tevî ku devkî erê kir, ev ne lê ye. Li gorî Spahn wê sibe du sibe jî ev serbestiya vîzeyê pêk neyê. Ew bi bîr dixe ku YE´yê sala 2015´an xwestibû 3 milyar euroyan bide dewleta Tirk, lê dewleta Tirk doza 6 milyar euroyan kiribû. Ew dibêje, heta destpêka 2020´anYE´yê 3,2 milyar euro pere dan dewleta Tirk di çarçoveya vê peymanê de û bi awayekî erêkirî û mohrkirî jî wê qebûl kiriye 4,7 milyar euroyan bide.

Hikûmeta Tirk û Birayên Misilman

Bi ya Spahn, Erdogan fêm kiriye ku dewletên YE´yê yên ku girêdayî wî ne ji ber penaberan û peymanê, wê dengê xwe lê nekin: "[Erdogan dibêje:] YE´yeke girêdayî min, nikare dengê xwe bike gava ku ez li mala xwe hemûya bidim ber xwe û paqij bikim. Jixwe Erdogan jî niha tam vê dike."

Ew eşkere nîşan dide ka çawa dewleta Tirk dixwaze partiyeke herî zêde Kurd di navê de yanî HDP´ê ji ber peywendiyeke li gorî dewleta Tirk bivênevê ya bi PKK´ê re qedexe bike. Lê mesele ne tenê bêdengkirina HDP´ê ye, bi daxwaza qedexeya siyasetê ya li qederê 700 rêveberên HDP´ê dewleta Tirk dixwaze ji tesîra qedexeyê bêhtir tesîrê li HDP´ê û siyaseta Kurd bike. 

Ew girtîbûna HDP´yiyan di hepsên dewleta Tirk de bi bîr dixe, navê Selahattîn Demirtaş hildide û Erdogan û siyaseta wî jî weke ya "Birayên Misilman" bi nav dike. Bi ya wî piştî qedexekirina HDP´ê wê dor bê CHP´ê.

Hikûmet bi devê Erdogan peyivî 

Di vê pêvajoya qedexekirinê de li şûna ku hikûmeta Elman êdî eşkere ji dewleta Tirk re bibêje, wiha nabe, li gorî nivîskar tenê "protestoyên piçûçik" kirine û bi ser de jî "argumanên dîktator jî" bi kar anîne. Ew vê yekê weke ketina hembêza dîktator [Erdogan] bi nav dike. 

Ew bi bîr dixe ku dewleta Tirk û rejîma faşîst ji xwe bi heman argumanê, yanî "xwe ji PKK´ê dûr bixin" li dijî PKK´ê bi kar tînin û di daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Elman a elaqedarî mijarê jî heman argumanê bi heman hevokan cihê xwe girtiye. 

Elmanya êsîra Erdogan e

Di dewamê de Tomas Spahn dibêje, hêviya dewama peymana penaberan dike ku hem Berlîn beramberî Enqerê bêdeng be û hem jî dike ku ew ti cezakirinan li ser Tirkiyeyê ferz neke. Ew dibêje, Elmanya federal êsîrê Enqerê ye û Erdogan jî dizane wê Elmanya li ber wî dest hilnede.

FRANKFURT