Evîn û hezkirina di bin naylonan de

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 6 Gulan 2023 - 04:52

Wênegir “Hal” karakterên xwe li naylonan pêçayî teswîr dike. Wî bi vî awayî komek wêne girtine û navê “Flesh Love All” li van wêneyên xwe kiriye. Ji van wênayan hin li hundir û hin jî li derve girtine. Çawa ku mirov hin tiştan dixin nav naylonan û hewayê ji wan kîsên naylonî vala dikin da ku wan tiştan hilînin û muhafeze bikin. 

Wêneyên Hal jî bi heman rengî hatine sêwirandin, mirovên di nav naylonan de mane, rûyê wan û her wiha bedena wan qermiçî tê xuyanê. Weke ku ew di hundirê van naylonan de bê ruh û can mabin û qerisî bin. Hal, dide zanîn ku wî bi mefhûma “romantîzm”ê ev wêne şirove kirine. 

 

Di nav wêneyên wî de gelek mijar hene. Lê evîn û malbat du mijarên sereke ne di wêneyên wî yên naylonî de. Lê ew bi van wêneyan bêhtir bala xelkê dibe ser hezkirin û evîndariyê. Hal ji bo evîn û hezkirinê dibêje, “Evîn û hezkirin dikare her tiştî bîne cem hev û nehêle di navbera nijadan de newekhevî ava bibe.” Ji lewma ji bo hezkirinê îfade bike wî bi vî awayî wêneyên insanan girtine. Hal bi vê şêwaza xwe insanan nêzî hevdu dike û di bin naylonan de insan bêyî hev nikarin tevbigerin û bi cihekî de herin. 

Hal dibêje, “Tiştên ku mirov ji wan hez dikin, di binê van naylonan de dibin yek. Dinyayeke hevpar, bi ya min evîna herî îdeal, ev tişt e.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.