Evîn Swêd bû hevserok

În 15 Adar 2024 - 00:53

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya 95’an a asayî lidar xist. Yek ji mijarên girîng ên rojeva civînê hilbijartina hevseroka nû ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bû. Di civînê de li şûna Bêrîvan Xalid ku ev 8 sal e hevserokatiyê dike, Evîn Silêman Siwêd bi piraniya dengan wekî hevseroka nû hat hilbijartin. Evîn Silêman Siwêd sala 1981’ê li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê ji dayîk bû. Beşa Rêvebirina kar a fakulteya Aborî ya Zanîngeha Helebê qedand. Di navbera salên 2007 û 2014’an de mamostetiya bîrkarî kir. Bi destpêka şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an re dest ji mamostetiyê berda û beşdarî çalakiyên şoreşê bû. Di pêvajoya şoreşê de ango ji sala 2014’an heta 2016’an di Ronahî Tv de wekî rêveber kar meşand. Ji sala 2016’an heta 2021’an jî wekî berdevaka Kongra Star kar kir. Sala 2021’an jî tevlî xebatên dîplomasiyê bû wekî Hevseroka Navenda Dîplomasiya Civakî xebat kir. Piştre jî wekî nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Başûrê Kurdistanê hat erkdarkirin. Heta ku wekî Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat hilbijartin jî, li ser vê erka xwe bû.

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.