‘Evdalê Zeynikê’ li ser dikê

Nûçeyên Çand/Huner

În 28 Cotmeh 2022 - 22:00

  • Koma Şano ya Çiyê li ser çîroka Evdalê Zeynikê lîstikek amade kir. Lîstikvanên Kurd, Ereb û Brezîlyayî tevlî şanoyê bûn. Dekor, kostum, senaryo û amadekariyên din ên lîstikê di nava 6 mehan de qediyan. Şano ji aliyê 26 lîstikvanan ve tê lîstin.

NUJIYAN ADAR / ANF/QAMIŞLO

Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ku li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rêxistin kiriye, li ser dengbêjê Kurd ê navdar Evdalê Zeynikê lîstikeke şanoyê amade kir.

Koma Şano ya Çiyê li ser çîroka Evdalê Zeynikê lîstikek amade kir. Lîstikvanên Kurd, Ereb û Brezîlyayî tevlî şanoyê bûn. Dekor, kostum, senaryo û amadekariyên din ên lîstikê di nava 6 mehan de qediyan. Şano ji aliyê 26 lîstikvanan ve tê lîstin.

Di lîstikê de beşek ji çîroka jiyana Evdalê Zeynikê tê vegotin. Ji ber ku Evdal ji navçeya Tûtax a Agiriyê ye, dekor, kostum, makyaj û detayên din ên şanoyê li gorî taybetmendiyên çandî yên herêma Serhedê hatin amadekirin.

Lîstik saetek û 19 deqeyan dewam dike. Ji lîstikvanên şanoyê 22 jê cara yekemîn e dilîzin. Tevî vê yekê jî di demeke kurt de bi rengekî serketî bi rola xwe rabûn.

Şano ji aliyê lîstikvanên Kurd, Ereb û Brezîlyayî ve tê lîstin. 31'ê Cotmehê roja Duşemê wê li Rimêlanê derkeve pêşberî şanohezan. Di 3'ê Mijdarê de li Qamişloyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo û 7'ê Mijdarê jî li Dêrikê tevî şêwazeke mûzîkî wê ji bo şêniyên li wir derkeve ser dikê.

Ji lîstikvanên şanoyê û derhêner Osman Kûrtalan li ser amadekarî, girîngî û armanca ji şanoya Evdalê Zeynikê axivî. Osman Kûrtalan got, "Evdal di dîroka Kurdistanê de weke Homerosê Kurdan tê naskirin.

Homeros ji bo dîroka Yewnan tê çi maneyê, Evdalê Zeynikê jî ji bo dîroka Kurdistanê tê heman maneyê."

Bi şanoyê xeta xiyanet û berxwedanê

Kûrtalan destnîşan kir ku xeta xiyanetê û xeta berxwedanê ya li nava gelê Kurd di çîroka Evdalê Zeynikê de şênber dibe û got, "Bêguman eger tenê weke dengbêjekî bê pênasekirin wê kêm bimîne. Evdal dengbêjekî Kurd e ku xiyanet red kir û berê xwe da berxwedanê. Efsaneyeke ku di demekê de ku xiyanet û berxwedan di heman demê de hebûn, bi rola xwe rabû."

Gulê, sembola otorîteya jinê ye

Kûrtalan ragihand ku bi rêya şanoyê wan taybetmendiyên mirovên li derdora Evdal jî vegotine û got, "Yek ji wan jî Gulê ye. Sembola otorîteya jinê ye. Ne tenê dengbêjeke, di heman demê de jineke ku hewl dide pirsgirêkên civakî çareser bike, rê nîşanî civakê bide."

Pêdivî bi şano û hunerê heye

Osman Kûrtalan li ser şanoya li Rojava jî got, "Li Rojava pêwîstiya bi şano û hunerê gelekî zêde ye. Haya TEV-ÇAND'ê bi vê pêwîstiyê heye. Lewma beşek ji Koma Şano ya Çiyê şand Rojava. Dîroka Kurdistanê, divê bi şano û hunera Şoreşa Rojava bê vegotin."

Navê kesên ku di lîstikê de cih girtine wiha ye;

Di lîstikê de ku derhêneriya wê Osman Kûrtalan û senarîstiya wê Kurdê Tavya kir, Rodî Ardil bi rola Evdalê Zeynikê, Delal Serhed bi rola Gulê, Harûn Hêvî bi rola Tahir Xan, Osman Kûrtalan bi roja Şêx Silê, Mihemed Yûsif bi rola Qasim, Rojda Dandara bi rola Quling, Rûken Omer bi rola Eyşê, Xelîl Yûsif bi rola Temo, Cûdî Edene bi rola Mihê, Zînê Ebbas bi rola Binevş, Xalid Dêrik bi rola Jîr, Simko Cûdî bi rola Selman, Îbrahîm Hemê bi rola Telal, Sûad Osman bi rola Jin 1, Gulê Rojava bi rola Jin 2, Yasmîn Omer bi rola Jin 3, Gulistan Silêman bi rola Jin 4, Arîn Ebbas bi rola Jin 5, Rêwî Omer bi rola xizmetkarê Tahir Xan, Diyar Omer bi rola xizmetkarê Tahir, Bilind Mihemed bi rola xizmetkarê 1'ê yê Qasim, Diyar Omer bi rola xizmetkarê 2'emîn ê Qasim, Ridwan Gêrid, Mihemed El Xidir û Miced El Xidir bi rola şervanên Tahir Xan, Simko Cûdî, Basil El Xelef û Mehmûd Xelef bi rola şervanên Qasim û Mihemed Ehmo û Ramy Hasso bi rola leşkerên Osmanî radibin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.