• Sîbel Balaç û Gokhan Yildirim dixwazin binpêkirina mafên mirovan li hepsê li dijî wan bi dawî bibin û bi rengekî adil bêne dadgehkirin.

Sîbel Balaç û Gokhan Yildirim dixwazin binpêkirina mafên mirovan li hepsê li dijî wan bi dawî bibin û bi rengekî adil bêne dadgehkirin. Ji bo van daxwazên xwe her du jî bi mehan e ku di çalakiya rojiya mirinê de ne.

Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan Sîbel Balaç û li Girtîgeha Tekirdag a Jimare 1 a Tîpa F’yê Gokhan Yildirim ji bo “dadgehkirineke adil” di rojiya mirinê de ne. Balaç ev bû 98 roj û Yildirim jî ev bû 93 roj ku di rojiya mirinê de ye. Her du dixwazin daxwazên wan bên qebûlkirin.

Rewşa siheta Balaç û Yildirim xirab dibe. Wan daxwazname ji Wezareta Dadê re şandin û li bendê ne daxwazên wan bên qebûlkirin.

Sîbel Balaç gava mamosteya kesên kêmendam û seqet bû, hatibû sirgûnkirin û bi mobbîngê re rû bi rû mabû. Balaç ji ber vê îstifa kiribû. Di heman salê de karmend, mamoste û akademîsyenên bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatibûn îxrackirin jî li Kolana Yuksel a Enqereyê çalakiya “ez karê xwe dixwazim” dabûn destpêkirin. Sîbel Balaç jî tevli vê çalakiyê bûbû û di 10’ê Kanûna 2018’an de li Kolana Yukselê tevî çalakgeran hatibû binçavkirin û di 18’ê Kanûnê de jî hatibû girtin. Bi hinceta “endamtiya rêxistinê” 8 sal û 15 roj ceza li Sîbel Balaçê hatibû birrîn. Balaç di 19’ê Kanûna 2021’ê de ji Girtîgeha Sîncanê ya Jinan ragihandibû ku ji bo dadgehkirineke adil dest bi rojiya mirinê kiriye.

Gokhan Yildirimê ku li Taxa Gaziyê ji ber ku li dijî tiryakê têkoşiyaye û paşê bûye hedef û hatiye girtin jî, bi hin sûcên edlî 46 sal ceza lê hatiye birrîn. Yildirim ji sala 2016’an ve di Girtîgeha Tekirdagê ya Jimare 1’ê de ye. Wî di 25’ê Kanûna 2021’ê de ragihandibû ku ji bo dadgehkirineke adil wî dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û ne bi dor kiriye. Wî 22’yê Çileyê 2022’yan çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.

NAVENDA NÛÇEYAN