Ev proje felaketeke dîrokî ye!

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 3 Sibat 2024 - 03:45

Piştî ku bi çarçoveya projeyekê xwestin “Pîramîda Mîkerînos” bi kevirên garanît restoreke bikin li Misrê alozî derketin holê. Pisporên dîrokê projeya hikûmeta Misrê weke “felaket” bi nav kirin û helwêst nîşanî vê yekê dan. 

Her wiha pisporan got; “Em vê yekê dişibînin restorasyona Birca Pîsayê!”

Pîramîda Mîkerînosweke piramîdên herî piçûk ên Gîzayê tê zanîn û ew jî li peytexta Misrê, Qahîreyê dimîne. Pîramîda Mîkerînos xwedî bilindahiyeke 62 metre ye û 4500 berê hatiye çêkirin. Li gor agahiyên dîrokî Pîramîda Mîkerînos Beriya Zayînê di sala 2510’an de hatiye temamkirin.

Li gor hin çavkaniyan projeya rastorasyona pîramîdan ku hikûmeta Misrê jî piştigirî didê, ji hêla Japonyayê ve diçe serî. Piştî proje eşkere bû li ser medyaya civakî gelek bertek hatin nîşandan ji bo ku ev proje neçe serî lê proje hîna jî nehatiye betalkirin. 

Akademisyenê bi navê Îbrahîm Badr ku li Zanîngeha Misrê dixebite projeya restorasyonê rexne kir û ji bo projeyê got; “Ev proje weke felaketeke dîrokî ye. Divê zagonên navneteweyî yên restorasyona avahiyên dîrokî baş bixwînin. Nexasim jî zagonên di derbarê avahiyên dîrokî yên Misrî de. Çawa dibe ku bêyî bi arkeolog û pisporên vî karî re neşêwirin rabin tiştekî wiha bikin.”

QAHÎRE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.