Sekretereyê Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El-Heq Qeys El-Xezelî diyar kir ku eger Peymana Bexda-Hewlêr a li dijî Şengalê were pêkanînê, wê ev bibe xiyanet li dijî civaka Êzdî ya ji bo rizgarkirina Şengalê xwîna xwe rijandiye. El-Xezelî anî ziman ku rewşeke bi vî rengî li berjewendiyên Recep Tayyip Erdogan û hêzên dixwazin herêmê perçe û kontrol bikin e, lewma divê çareseriyeke rast were peydakirin ku xelkê Şengalê parastina bajarê xwe bike.

Qeys El-Xezelî di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Twîtterê de, balê dikişîne ser mafên Civaka Êzidî û planên qirêj ên li dijî herêmê û dijêbe: Pêwîst e ku ev peymana wekî ‘Peymana xiyanetê’ tê binavkirin, bê rawestandin û çareseriyek rast were peydakirin ku bersiva daxwazên gelê Şengalê bide, her wiha derfet bide wan ku parastina bajarê xwe bikin (Bi taybetî Heşdî Şebî yên ku Zarokên Êzidiyan e).”

ROJNEWS/SILÊMANÎ