Ev peyman biryara fermanê ye

Yekşem 11 Cotmeh 2020 - 16:00

  • 9ʼê Cotmeha 2020ʼan Rêveberiya Bexdayê û PDKʼê li ser Şengalê civiyan û biryar dan hêzên nêzî PKKʼê ji Şengalê derxin û di rêveberiyan de jî cih negirin. KCKʼê li ser vê peymanê got, biryareke Rêveberiya Xweser a Şengalê û Gel di nav de nîne qebûl nake.

PDK û Rêveberiya Bexdayê 9ʼê Cotmehê der barê Şengalê de civiyan û biryar dan qeymeqemekî nû ji bo Şengalê diyar bikin; kontrola wir ji hêzên Iraqê re bihêlin; 2 hezar 500 eskerî li Şengalê bi cih bikin; PKK û komên bi ser wê ve ji Şengalê derxin; ti kesekî nêzî PKKê di nava hêzên nû de bi cih nekin û rêveberiyekê jî wê li gorî xwe saz bikin.
Li ser vê peymanê, Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya xwe de îşaret bi daxuyaniya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê dike ku tê de dibêje, haya wan ji vê lihevkirinê nîne, li derveyî îradeya wan biryar hatiye stendin û di hevdîtin û lihevkirinê de cih ji wan re nehatiye dayin. Lewma wê biryareke ku Rêveberiya Xweser a Şengalê û gel di nav de nîne qebûl nekin.
KCKʼê bi bîr xist ku Civaka Êzidî, Partiyên Êzidî, bi dehan Parlamenterên Iraqî û eşîran bi daxuyaniyan pişgirî dane vê daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê. Lewma ew jî piştgiriyê didin daxuyaniyên xwediyên esasî yên Şengalê, îradeya Şengalê û rêveberiya Xweser.

Ew nikarin biryarê bidin

Di daxuyaniya KCKʼê de weha tê gotin:
“3'ê Tebaxa 2014'an, dema ku DAÎŞ'ê êriş kir, yên ku civaka me ya Êzidî di nava komkujî û fermanê de hiştin, nayê qebûlkirin ku zarokên Şengalê yên Şengal rizgar kirine weke li derveyî qanûnan û hêza divê bê derxistin pênase bikin. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê rewa ye û fermî ye. Yên ku civaka Êzidî di nava qirkirinê de hiştin û reviyan, radibin yên ku civaka Êzidî parastine weke 'hêza divê bê derxistin' pênase dikin, ku ev yek ne siyasî ye, ne exlaqî ye, ne mirovî ye ne jî wijdanî ye. Yên ku bûn sedem ku jinên Êzidî li bazarên koleyan bên firotin, nabe ku têkildarî civaka Êzidî û Şengalê biryarê bidin.

Hêzên HPGʼê li wir nînin

KCK di daxuyaniya xwe de bi bîr dixe ku Hêzên HPGʼê xwe bi awayekî fermî ji herêmê vekişandine û parastina Şengalê ji YBŞ/YJŞʼê re hiştine û di vî warî de îşaret bi derewên çapemeniya PDKê dike û dibêje, “Em van daxuyaniyan şermezar dikin ku parçeyek ji propaganda qirêj û reşkirinê ya dewleta Tirk e.”
KCK dixwaze gelê Kurd li her derê li dijî vê peymanê helwest nîşan bide û got: “Jixwe 6 sal in sîstemeke parastin û rêvebirinê ya li ser bingeha xweseriyê li Şengalê heye. Heta ku ev yek bi peymanên nû bê qebûlkirin divê bênavber têkoşîn bê meşandin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û mekanîzmayên navneteweyî dikin ku li hemberî van helwestên şaş ên ku li ser jiyan û paşeroja civaka me ya Êzidî metirsîdar in, helwestê nîşan bide."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.