Ev ne mîrê Êzîdiyan e!

Sêşem 16 Gulan 2023 - 13:58

  • Serekeşîrên Şengalê derbarê pîlanên PDK’ê û hikûmeta Sûdanî yên li ser Şengalê de axivîn û wan got, “Em Hazim Tehsîn Beg weke Mîrê Êzîdiyan nabînin û bila êdî bi navê Êzîdiyan neaxive.”

Desteya serekeşîrên Şengalê, li ser pîlanên PDK’ê yên li dijî Şengalê, daxuyaniyek da. Desteyê di daxuyaniyê de got, “Em Hazim Tehsîn Beg, weke mîrê Êzîdiyan qebûl nakin; ji ber ku bi aliyekî siyasî ve hatiye hilbijartin û ne li gorî berjewendiyên civakê tevdigere.”

Sûdanî û PDK di tevgerê de ne

Serekeşîrên Şengalê, bal bire ser dek û dolabên PDK´ê li ser Şengalê û israra wê ya di bicihkirina Peymana 9´ê Cotmehê jî. PDK ji bo peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê bixe meriyetê, ketiye nava liv û tevgerê. PDK niha dixwaze bi serokwezîrê Iraqê Sûdanî û bi rêya Mîrê Êzîdiyan Hazim Tehsîn Begê, pîlanên nû bixe metiyetê û ji bo vê ketiye nava liv û tevgerê. Desteya serekeşîrên Şengalê derbarê pîlanên PDK’ê de daxuyaniyek da. Daxuyanî li navenda Şengalê ji aliyê Dexîl Mirad ve hate dayîn.

PDK Tehsîn Begê bi kar tîne

Dexîl Mirad got, pîlanên PDK’ê li ser Şengalê gihiştine astekî ku bi rêya Mîrê Êzîdiyan dest werde Şengalê û wiha domand: “Di demên dawî de ji bo li Şengalê tevliheviyê derxin, dest bi pîlanên fitneyê di nava pêkhateyên Şengalê de kirine. Xwestin jiyana hevbeş a li Şengalê belav bikin, lê her kes bi rastiya civaka Êzîdî dizane ku em ne li dijî ti dînî ne.

Êdî bi navê Êzîdiyan neaxive!

PDK’ê dizanî ku wê bi serdana serokwezîrê Iraqê ya ji bo Şengalê, hin pîlanên wan û tiştên li ser Şengalê dibêjin, eşkere bibin û rastiya wan bê dîtin, ji bo ku ev rastî li Şengalê xuya nebe, Hazim Tehsîn Beg ê ku wek mîr hatiye destnîşankirin, xistin dewrê û bi gotinên ne rast, serdana serokwezîr asteng kirin.

Em bang li Hazim Tehsîn Beg dikin, êdî bi navê gelê me û civaka Êzîdî neaxive, ji ber ku Hazim êdî wek mîr di nava me de nayê qebûlkirin û li gorî berjewendiyên hin aliyên siyasî tevdigere.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.