Ev îrade wê hesab bipirse!

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 4 Çile 2023 - 02:13

  • Cenzeyên şehîdên komkujiya Parîsê ya diduyan doh bi merasîmneke mezin şandin Kurdistanê. Di peyamên dema merasîmê de ji rayedarên Fransayê hat xwestin herdu komkujiyan ronî bike û hesab ji failan û dewleta Tirk bixwaze. 

ERDOĞAN ZAMUR/PARÎS

 

Ji bo endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê (TEV-ÇAND) Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil ên li Parîsê di êrişeke çekdarî de hatin qetilkirin, merasîma oxirkirinê doh hat lidarxistin.

Malbatan cenazeyên şehîdên komkujiya 23´yê Kanûnê ya li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya, danê sibehê ji Saziya Tiba Edlî ya Parîsê wergirt û bi karwanekî ji maşînan birin hola Palace de Villiers. Li vê holê merasîm bi rê ve çû. Nûnerên gelek saziyên Kurdan, siyasetvanên Kurd li hola merasîmê amade bûn, tevî nûnerên partiyên siyasî yên Fransî û gelek rêxistinên civaka sivîl.

Li gel wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên PKK-PAJK, KJK-KCK, TJK-E-KCDK-E, TJK-F-CDK-F, TEV-ÇAND û çeleng li salona merasîmê hatin danîn.

Bi hezaran Kurd û dostên wan ji bo oxirkirina cenazeyan amade bûn. Xelkê bi gotina slogana “Şehid namirin” cenaze pêşwazî kir.

Jinan rahişt cenazeyê ji pêşengên Tevgera Jina Kurd şehîd Evîn Goyî, hunermendan rahişt cenazeyê şehîd Mîr Perwer, û welatparêzan û malbata wî jî rahişt cenazeyê Abdurrahman Kizil. Tabûtên cenaze di wan de bi cawên kesk, sor û zer hatin pêçan û di bin alayên rengên Kurdistanê û tevgera Azadiya Kurdistanê re ew birin hola merasîmê. Li ser tabûta cenazeyê şehîd Evîn Goyî alaya PKK´ê hat danîn.

Li holê û li pêşiya holê Kurdan û dostên wan timî sloganên "Jin jiyan azadî" û "Şehîd namirin" gotin.

 

Evînê DAIŞ tine kir em ê Erdogan tine bikin

Destpêkê hevseroka Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) Xanê Akdoğan peyivî û got, “Dijminekî me yê hov heye. Lê bila zanibe, jinên Kurd, ên ku dikin armancên êrişên xwe wê dev ji têkoşînê bernedin. Ew ê bibin xewnereşka rejîma Tirk. Çawa Evîn Goyî dawî li DAIŞ´ê anî, em ê jî dawiyê li Erdogan bînin. Ti kes bi vê îradeya me nikare."

Hevserokê CDK-F´ê Abdullah Ulmez jî got, “Şehîdên me li pey xwe biharek hişt. Em ê têkoşîna wan bibin serî. Heta ku komkujî bên ronîkirin, têkoşîna me wê dewam bike. Ez bang li serokkomar Macron dikim. Ji bo ronîkirina komkujiyê bi rola xwe rabe. Hêviya miletê Kurd ew e ku failên herdu komkujiyên li Parîsê bên eşkerekirin û edalet pêk were.”

 

Heta em tariyê ronî bikin

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî şehîdên her du komkujiyan bi bîr anîn û got, “Rêber Apo gava ku bihîst 3 jinên pêşeng di komkujiya yekem a Parîsê de hatin qetilkirin, got, ´Em ê tola wan hilînin. Em ê faşîzma wan tine bikin û wiha tola wan hilînin.´ Ji hingê faşîzm di serî de li Îmraliyê, ji bo îradeya miletê Kurd bişikîne êriş dike. Tevahiya derfetên xwe ji bo vê yekê seferber kirin. Lê belê berxwedana miletê me, konsepta desthilata faşîst pûç kir. Li dijî Şoreşa Rojava jî tevahiya derfetên xwe seferber kirin, dixwazin Rojava dagir bikin. Lê ne mumkin e bi ser keve. 

Hikûmeta Fransayê divê van êrişên tarî ronî bike. Di nava 10 salan de kadroyên pêşeng ên jin ên gelê Kurd li Parîsê hatin şehîdkirin. Birêz Macron, hikûmeta Fransayê û rayedar lazim e hêzên tarî yên li pişt komkujiya Parîsê eşkere bikin. Em soz didin şehîdên xwe, em ê vê têkoşînê dewam bikin heta ku em tariyê ronî bikin û edalet pêk were.”

 

Em serî natewînin

Biraziya Evîn Goyî, Zeynep Kara jî got, “Dilê me dişewite, lê çiqasî jî êriş bikin, em çong li ber wan daneynin erdê, serê xwe li ber wan netewînin. Dostên gelê Kurd, miletê me li vir e. Ev 10 roj in, tevî me xwedî li şehîdan derketin. Êşa me parve kirin û bi me re xem xwarin. Em ê li ser şopa têkoşîna Evînê bin. Şehîd namirin.”

Xizmê şehîd Mîr Perwer, Îrfan Aydin jî got, “Mîr Perwer evîndarê miletê xwe bû, hestên xwe bi stranên xwe îfade dikirin. Ji bo ewlehiya canê xwe penaber bûbû li Fransayê. Em ê vê têkoşînê xurttir bikin, xwedî li şehîdên xwe derkevin.”

Xwarziyê Abdurrrahman Kizil, rojnamevan Deniz Babîr jî got, “Gelê me, dostên me bi me re bûn. Xwedî li şehîdên xwe derketin. Ev meşeke bi rûmet e. Bi salan e, tevî êrişên dijmin hemûyan jî me serî netewand û em ê netewînin jî. Ez bang li miletê me yê li Bakur û Başûrê Kurdistanê dikim, xwedî li şehîdên xwe derkevin. Bila rêya şehîdên me ronî be.”

 

Êriş li dijî jinên Kurd e

Li ser navê Weqfa Daniel Mitterandê jî Jérémie Chomette got, “Di vê êrişê de jî armanc kesên têkoşîna jinên kurd bi rêve dibirin, bûn. Kurd roniya gelan in. Kurd li ber xwe didin û dibin hêvî ji dinyayê re. Bila Fransa jî bizane, ew nikare ji wan miletên berxwedêr re bibêje, terorîst. Terorîst dewleta Tirk e. bila serê me sax be.”

Şaredarê bajarê keviya Parîsê Sarcelleyê, Patrick Haddad jî got, “Divê em hemû li dijî nijadperestiyê bin. Em sersaxiyê ji we re dixwazin. Ev 40 sal in gelê Kurd bi qirkirinê re rûbirû ye, êrişî wî dikin. Lazim e em hemû li ber vê rabin. Me têkoşîna jinên Kurd dît. ji ber vê wan dikin hedefa êrişan. Lazim e komkujiya beriya bi 10 salan bê ronîkirin û biryara veşartîbûnê ji ser bê rakirin.

Cihgira şaredara Villers-le-Belle, Djida Tech Tach jî xemgîniya xwe ya ji ber êrişê îfade kir û got, “ji ber êrişê, bajar hemû di şokê de ye. Ez jî di şokê de me. Di vê êrişê de ji nava civaka Kurd, ji nava we 3 kesan canê xwe ji dest da. Li vir em didin zanîn ku em piştgirê malbatên xizmên wan canê xwe ji det dayî ne, em piştgirê civaka Kurd a li Fransayê ne. Em jî xema we dixwin, êşa we êşa me ye, serê we sax be.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.