Ev çi eşqa pisîkan bû?

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 21 Nîsan 2021 - 05:40

Li Misra Kevin gelek berhemên pisîkan hene. Ji peykeran heta bi xişiran pisîk di hezar salên serdema Firewnan de li her derî bûn. Misriyên kevin pisîk mumya jî kirine. Goristana pêşî ya van heywanan qederê 2 hezar salan kevin e û li ber peravên Nîlê ye. 

Lê ji bo çi Misriyên Kevin ev qasî aşiqê pisîkan bûn? Li gorî dîrokzanê Yewnan Heredot, gava pisîka malbatekê dimir, endamên malbatê ji bo şîngirtinê birhên xwe diqusandin, lê çima?

Sedema wê ya sereke ew e, ji ber ku Misriyên Kevin bawer dikirin ku xwedawendên wan û Firewnên wan xwedî xisletên mîna yên pisîkan in. Li gorî pêşangeheke sala 2018'an a li "Muzeya Neteweyî ya Smithsonian ya Hunerê Asyawî" ya li Washington, Misrî difikirîn kuk bi pisîkan re dualîtiyeke hewas û hestan hebûye; û wan hez ji vê dikir. Li aliyekî pisîk dikarin dilsoz, parêzer û xwedîker bin, li aliyê din jî serbixwe, zehmet û  şerker bin.

QAHÎRE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.