Ev cara 4’an berdana wî paş dixin

Pêncşem 14 Îlon 2023 - 00:25

Mehmet Huseyîn Oz di 17’ê adara 2018’an de li Taxa Beydîllî ya navçeya navendî ya Şahînbey a Dîlokê hate binçavkirin, di 26’ê Adarê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Oz ê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê wî de doz hate vekirin, di 17’ê çileya 2019’an de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birrîn. Nexweşiya epîlepsiyê ku Oz di girtîgehê de pê ket pêş ve diçe û bi nexweşiya gurçikan jî ket û di serê wî de kîst çêbûn. Berdana Oz ê cezayê lê hate birrîn temam kir û di Mijdara 2022’yan de “mafê berdana bi şert” bi dest xist, ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê ve bi hinceta “poşmantî qebûl nekiriye” 4 caran 3 mehan hate paş xistin.  

Oz, bi rêya parêzerê xwe îtîrazî biryara paşxistina berdana wî ya 3 mehan ku ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdarî ve hate dayîn kir. 2’yemîn Dadgeha Înfazê ya Dîlokê îtîraza hatiye kirin bi hincetên lijneyê qebûl nekir. Herî dawî berdana Oz di 25’ê Tebaxê de ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê ve 3 mehan hate paş xistin. 

Poşmaniyê qebûl nake

Birayê Mehmet Huseyîn Oz, Serhat Oz diyar kir ku kekê wî nikare di girtîgehê de bimîne û xwest bê berdan:“Kekê min ji ber qanûna poşmantiyê ya lê tê ferzkirin qebûl nekir nayê berdan. Li gorî qanûnan divê kekê min bê berdan. Li niha di girtîgehê de ye û berdana wî tê paşxistin. Kekê min di girtîgehê de bi nexweşiya epilepsiyê û gurçikan ket. Niha di serê wî de kîst heye, tedawiya wî rast û dirûst nayê kirin. Ez dixwazim kekê min û hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan.”

Dibe jiyana xwe jidest bide

Parêzerê Bulent Dûran Oz jî got:“Ne tenê têkildarî Mehmet Huseyîn Oz di demên dawî de li her derê tê jiyîn. Li hemû girtîgehan îşkence û mûameleya nebaş heye û bi şertên kontrola edlî û sererastkirina qanûnan hin girtiyên din tên berdan lê bi taybetî berdana girtiyên siyasî bi biryarên lijneyan tê paşxistin. Ev yek jî nîşaneya herî mezin nefretê û dijberiya hiqûqê ye.” Dûran, îşaret bi wê yekê kir ku îhtîmala Oz di girtîgehê de jiyana xwe ji dest bide zêde ye û got: “Mehmet nexweşê epîlepsiyê ye û carna rojê 7 caran ji ser hişê xwe diçe. Li cihekî du qatî dimîne. Carna li lavaboyê jî ji ser hişê xwe diçe û dikeve. Heke mudaxile neyê kirin wê jiyana xwe ji dest bide. Xetereyeke jiyanî ya wî ya giran heye. Min ev rewş ji îdareya girtîgehê re jî ragihand. Min ji wan re got heke sibê tiştek bi serê muwekîlê min were berpirsyar hûn in, divê bi tavilê bê emeliyat kirin. Û divê bê tedawî kirin, lê bi israr ev rewş tê paşguhkirin.”

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.