Ev balgeh ne ji hevrîşm in

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 8 Hezîran 2021 - 04:55

  • Fagerås, li dû rêçika hunermend û hosteyên berê diçe û ji mermerên spî peykerên balgehan çêdike.

Peykerên ji mermer yan jî ji kevir bi salan e wek formeke hunerî tên çêkirinê. Xasma jî di serdema Ronesans û Barokê de kesên wek Michalengelo û Bernini bi hostetiyeke çê, mermer verotin û ji van mermeran peykerên bêhempa derxistin holê. Niha jî Peykersazê Norwecî Håkon Anton Fagerås vê rêûresmê didomîne û ji mermerên spî, peykeran çêdike.

Fagerås, li dû rêçika hunermend û hosteyên berê diçe û ji mermerên spî peykerên balgehan çêdike. Bi qermîçonkên ku li ser balgehan çêdike, balgehên xwe dişibîne balgehên bi rastî. Gava mirov çav bi van balgehan dikevin, mirov dibêje qey balgehên bi rastî ne, ewqasî ku bedew in û mirov dibêje qey hidil balgeh in û dil dike serê xwe deyne ser wan. Di destên Fagerås de mermer dibe wek cawê tenik û gava mirov li qermîçonkên peykerên wî dinihêre, wek ku ew peyker ne ji kevir bin lê ji hevrîşim bin, xiya dikin. 

NAVENDA NÛÇEYAN
 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.