Ev asta dawî ya bê exlaqiyê ye
Pêncşem 21 Îlon 2023 - 00:12
Li Tirkiyeyê êrişên li ser cenazeyan û goristanan didomin. Bi taybetî piştî sala 2015'an êrişên li cenazeyan û goristanan zêde bûn. Hevserokê Komeleya Çand, Yekitî û Piştevaniyê ya bi Malbatên di Derguşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) Mehmet Emîn Kiliç, êrişên dawî yên li goristanan û cenazeyan wekî "asta herî dawî ya bêexlaqîtiyê" nirxand.
Li goristanan tiştên derî aqil dikin
Kiliç diyar kirin ku êşkence li cenazeyan tê kirin û got: "Li Tirkiyeyê pergaleke ku nirxên gerdûnî esas nagire û guh li hiqûqê nake heye. Mirovahî nirxek e, ger tu rabî li hemberî mirovahiyê bêrûmetiyê bikî, tu yê xwe bê qîmet bikî. Tiştên li goristanan tên kirin derî aqilan e û asta herî dawî ya bê exlaqîtiyê ye. Ya din jî nedayîna cenazeyan, îşkence ye. Ev jî nîşan dide ku tu hesteke mirovî tune ye."
Kiliç destnîşan kir ku di kûrbûna şer de, di hin saziyan de kêmasî çêbûne û got ku wekî komele ew pêwendiyê bi malbatên kesên jiyana xwe winda kirine re datînin û hewl didin bi vî awayî xebatên xwe xurt bikin.
Em ê mal bi mal bigerin
Kiliç anî ziman ku dê têkiliya wan a bi malbatan re ser li ser esasê xurtkirin û serwextkirinê be û got: "Em ê tim pêwendiyê bi malbatan re deynin. Em ê mal bi mal serdana wan bikin. Malbatên me pir polîtîk û serrwext in, lê malbatên di têkoşîna azadiyê de di warê hiqûqî de derbarê mafên xwe de pir ne xwedî agahî ne. Em hewl didin ku ji bo vê hêla hiqûqî xebatên serwextkirinê bikin. Ger derfetên me çêbibin em ê hewl bidin ku konferansekê jî li dar bixin. Dê civînên me bingeha konferansê çêbikin."
Kiliç wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Tirkiyeyê pergal rûxiyaye. Ji lew re polîtîkayên şaş dimeşînin. Heya radeyekê dikarin bi vê pergalê bimeşin. Êdî wê nikarin bimeşin. Ger ji vê wêdetir biçin, ew ê wenda bikin. Di vê pêvajoyê de jî wekî her carê divê gelê me têkoşîna xwe bidomîne."
MA/AMED