Ev 50 roj in cenazê nadin malbatê

Çarşem 13 Cotmeh 2021 - 01:56

  • Gerîlaya YJA Starê Diljîn Marya Dersim (Saniye Toprak) 23'ê Tebaxê di şer de şehîd bûbû.

Gerîlaya YJA Starê Diljîn Marya Dersim (Saniye Toprak) 23'ê Tebaxê di şer de şehîd bûbû.

Dewleta Tirk a dagirker, cenazeyê Diljîn Marya Dersim beriya ku li benda encama DNA'yê bisekine li goristana bêkesan a li taxa Bahçelîevlerê veşart û ev 50 roj in nade malbata wê.

Piştî ku Dozgeriya Şirnexê li malbatê geriya, malbatê Îlonê nimûneya xwînê da. Malbat 15'ê Îlonê çû Şirnexê û hevdîtin bi dozgeriyê re kir. Dozgeriyê ji malbatê re got, "Keça we hatiye veşartin. Dosya li ser veşartinê li ber destê me ye. Lê belê heta ku testa DNA'yê eşkere nebe, em ê cenaze nedin."

Malbatê ragihand ku ji wan re hatiye gotin, encama testa DNA'yê wê heta 20 rojên din eşkere bibe, lê belê tevî ku 28 roj derbas bûne hîna eşkere nebûye.

ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.