Ev 14 meh in PDK’ê ew revandiye
Yekşem 19 Hezîran 2022 - 22:18
- Dilovan Sadiq Sindî, bêyî biryara dadgehê bi fermana Serokwezîrê PDK´ê Mesrûr Barzanî, ev 14 meh in di girtîgeha PDK’ê de ye û qaşo di nezaretê de ye.
Dilovan Sadiq Sindî, bêyî biryara dadgehê bi fermana Serokwezîrê PDK´ê Mesrûr Barzanî, ev 14 meh in di girtîgeha PDK’ê de ye û qaşo di nezaretê de ye.
Dilovan kurê kesayetê diyar ê Zaxo û herêma Behdîna Şehîd Sadiq Omer Sindî ye. Hêzên PDK´ê ew 7’ê Nîsana 2021’ê, bêyî ku biryara dadgehê hebe, bi fermana Serokwezîrê PDK´ê Mesrûr Barzanî kir nezaretê û hîna di girtîgeha PDK´ê de ye.
Dilovan xelkê nehiya Derkarê ya ser bi Zaxoyê ye. Asayîş û Parastina PDK’ê ya li Hewlêrê gazî wî kiribû û kiribû nezaretê. Ji 29’ê Nîsana îsal ve jî ew li Asayîşa Dihokê di girtîgehê de ye.
Dilovan ciwanek rexnegir e. Di şapaya PDK´ê ya girtin û binçavkirinan a salên 2020 û 2021’ê de li Behdînanê, PDK´ê Dilovan bi ‘alîkarîkirina PKK’ê’ tohmetbar kir.
Li gorî agahiyên asayîşa PDK´ê, Dilovan bi gelek sûcên din sûcdar dike û zextan lê dike ku wan qebûl bike.
Tevî ku ji malbata wî re gotibûn, ew ê piştî 6 mehan were berdan jî, heta niha nehatiye berdan û biryar e ku wî dadgeh bikin.
Bapîr û bavê Dilovan kesayetên navdar ên Behdînanê ne, bi welatparêzî û rexnekirina PDK’ê tên naskirin. Lewma di sala 1992’yan de PDK’ê Sadiq Omer Sindî şehîd kiribû.
DIHOK